11 oktober 2026

Dibê meriv biwêribe fikrên nuh qebûl bike

Guherîn, qebûlkirina fikrên nuh, tiştên nuh ne rehet e, pir zor e. Lê belê tim wek xwe man jî, neguherîn jî ne rast e, ne baş e, hetta bi zirar e.
Dibê meriv xwe, fikrên xwe nuh bike, ne li dijî fikir û dîtinên nuh be; di fikrên xwe yên berê da asê nemîne. Şert diguherin, însan diguherin, nabe meriv jî neguhere.

Helbet her tiştê nuh ne rast û ne baş e, lê guhertin tunebe pêşketin jî nabe.

Hemû keşf û îcadên çêbûn bi xêra guherînê, terikandina bawerîyên berê çêbûn. Heger însan li dijî dêrê û bawerîyên dînî ranebûna nikanîbûn herin asîmanan.

Li welatê me şertên xebata sîyasî, micadela li dijî dagirkerîyê guherîye, dibê em li gorî realîta nuh xwe organîze bikin, tiştên, fikrên li gorî îro bidin pêş. Metodên, şiklê xebata 40-50 sal berê êdî feydeyê nade meriv. 

Dibê meriv tu carî nebe êsîrê, koleyê fikrekê, bawerîyekî, îdeolojîyekê, tim xwedî îrade be, aqilê xwe bixebitîne, gava hewce be kanibe dev ji fikrê xwe yên berê berde. Sebemê misilman paş da mane yek jî ev e, xwe naguherin, bûne êsîrê bawerîyeke 1400 sal berê.
Ji ber ku ewrûpîyan zincîra dêrê şikand bi pêş ketin, îcad û keşfên pir mezin kirin, însan birin asîmanan, daxistin binê bahran.

XXX

Ereban li Hisiçê ji ber ala kurdî bi otomobîla wan va bûye sê bira di gulebaran kirine. Hersê biran jî giran birîndar in, li nexweşxaneyê ne. Ji roja serokên HSDê, PYDê, YPGê teslîmî ereban bûn û vir da ye ereb êrîşî kurdan dikin, wan terorîze dikin.

Dema kurd destvala bin, hêza wan biparêze tunebe ereb ewê çavên wan derxin. Ereb, tirk ne mirovên medenî ne, kanibin bi meriv pir barbar in. Ji bo ku kurd li Kurdistana Sûrîyê di nava aramîyê da azad bijîn dibê ji ereban xurttir bin, dibê ereb nikanibin bi wan. Ya na, ereb ewê wan perîşan bikin.

Di esasê xwe da ne li Îraqê, ne jî li Sûrîyê şertê jiyana ereb û kurdan a bi hev ra nemaye. Dibê kurd veqetin, îdara welatê xwe bigrin destên xwe…

Ya jî herî kêm gerek bibin xwedî federasyon, xwedî hêzên leşkerî, ji bo kukanibin xwe biparêzin. Heger viya nebe ereb her roj ewê wan gulebaran bikin.

XXX

-Gava dewlet hat rewşeke bêhuqûqî, ya jî dejenere bû, wê demê bêîtîatîya, serîhildana sivîl dibe wezîfeyke muqedes

Mahatma Gandî

Li Tirkiyê rewş tam wiha ye, yanî dema bêîtîatîya sivîl e. Lê tirk li hemberî dewleta xwe serî hilnadin. Serîhildana kurdan tenê jî têrê nake.

-Rastiyê her kes neke jî rastî rast e, şaşiyê her kes bike jî şaşî şaş e.

Aurelius Augustinus

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar