22 juni 2021

Zirara alkolê

Tuxtor di konferansekê da qala zirarên alkolê dikir, di axaftina xwe da got:

-Her qedehek alkol jiyana meriv saetekê kin dike.

Ji nav guhdaran yekî bi dengê hêlî got:

-Hey wax, wele malik li min şewitî!

Tuxtor got:

-Çi bû, çima malik li te şewitî?

Mêrik got:

-Ma ewê hîn çi bibe ? Min li gorî gotine we hesab kir, tam ev çel sal in ez mirime min nizanîbûye.

 

Berçavka bênumre

Rojekê hevalên yê şaîr jê pirsîn, gotin:

-Çima di piranîya nukte û hicîwên te da nav tuneye, bi piranî bênav in ? Meriv fêm nake te li ser kê gotine.

Şaîr gotiye:

-Ma ewê ji bo çi be? Ji bo ku li hemberî hemû namerdan wek berçavkeka bênumre were bikaranîn.

 

Meyxane

Rojekê sofî Elo ji ber meyxanê derbas dibû, bala xwe dayê Hemoyê cîranê wî ji meyxanê derdikve. Ji Hemo hez dikir, xwest wek dostekê şîretekê li Hemo bike, ji bo ku dev ji vexwarina alkolê berde. Jê ra got:

-Cîran, xwezî min nedîta tu ji meyxanê derketa. Ez pir li ber ketim dema min dît tu ji wir derdikvî:

Hemo got:

-Ê wê demê ezê dîsa bi paş da herim…

 

Armanca te çi ye?

Yê araqvexur hinekî bêhal bû, çû ser tuxtor. Tuxtor ew baş miayene kir, dûra jê ra got:

-Tu alkolê vedixwî ya na?

-Mêrik got:

Tuxtor beg, min baş fêm nekir tu vê pirsê ji bo çi ji min dikî? Ev pirsa te ji bo miayenê ye, ya jî tu dixwazî min biezimînî?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE