Rojekê meleyek, keşeyek û hehaamek(keşê Cihûyan) tên ba hev.
Her sê dest pê dikin pesnê dînê xwe didin. Her yek heta jê tê dibêje dînê min,
dînê herî heq û yê herî baş e.
Yê din jî dibêje na, dînê min yê herî heqtir û baştir
e.
Piştî hinek minaqeşe, henek dibin genek, dikevin gewriya hev. Keşe pir
diqehere, ji mele ra dibêje:
-Law mele, Xwdê Teala bi qasî stêrkên asîman û pelên daran
keviran bi ser serê we Misilmanan da bibarîne!
Mele jî jê kêm namîne, ew jî dibêje:
-Law kafirê ji kafiran, bira Xwedê Teala bi qasî dar û berên
erdê belayê li te û li we hemû Filehan bibarîne!
Heham qet dengê xwe neke, tim li şerê keşe û mele temaşa
dike. Dema keşe û mele dibînin ku heham dengê xwe nake, jê ra dibêjin:
-Heham efendî, ka tu jî tiştekî bibêje.
Heham dibêje:
-Welehî em Cihû miletekî feqîr in, tu carî nifiran li kesî
nakin. Lê em ji her nifira kesê din ra jî tim dibêjin amîn!
Mangê ji xwedîyê xwe ra got:
-Ji însanan ra, ji aliman ra bibêje, bira qet xwe
newestînin. Kesê bi şîrê diya xwe nebe meriv, bi şîrê mangê ancax bibe ga !
Psîkolojîya xerab
Gurgîn ji hevalê xwe qala zaroktîy a xwe dikir, got:
-Çaxa ez zarok bûm carnan psîkolojîya min xera dibû. Ji bo
ku wê demê psîkolog tunebû, diya min bi lêdanê, bi hutikan psîkolojîya min
tahmîr dikir, ez dibûm pîvaz.
Nuha diçim ser psîkologan, pêşek pere didim, lê tu fêdê nabînim,
psîkolojîya min tew xerabtir dibe.
Heger berê nîvdîn bûm, tam dîn dibim. Bi Xwedê psîkologên
nuha nagihîjin şekala diya min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar