21 juni 2021

Erdogan dike HDPê bigre

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, biryara girtina HDPê da. Ji zû da bû digot ewê bigre, lê wa e îro eşkere kiriye.

Dibêjin xwedêgiravî ”Dadgeha Destûrê” daxwaza dozger a girtina HDPê qebûl kiriye.
Îcar Dadgeha Destûrê ?
Kenê meriv tê !

Li Tirkiyê meclîs, Dadgeh Destûrê û mahkime tunene, giş navên derewîn in, her tişt Erdogan e, ew çi biryarê bide, çi bixwaze ew dibe. 

Di mesela girtina HDPê da jî Erdogan çawa bixwaze ”Mahkima Destûrê” (!) jî mecbûr e wiya bike.

Biya min dibê HDP parastinê neke, tirk çi dikin bira bikin. HDPê digrin, nagrin bi kêfa xwe ne.
Jixwe heger Erdogan biryara girtinê dabe, HDP çi bibêje jî bêhûdeye, ewê bigrin.

Ya din tu fêdeyeke kurdan di meclîsa tirkan da, di partiya Tirkiyê da tuneye. Dibê kurd dev ji Meclîsa tirkan a irqçî, faşîst berde.

XXX

Serokê Opozîsyona Sûriyê Nesir el-Herîrî bang li Erdogan kiriye, gotiye, herêmên di bin destê Rêvebiriya Xweser da bi tevayî dagir bike.

ENKS jî hevalê vî berazî ye. Nesir el-Herîrî jî bi qasî Bahçelî, Daîşê neyarê kurda ye. Jixwe Daîş e. Tu ferqa wî Erdogan, Bahçelî tuneye, çeteyekî Tirkiyê ye.

Wek kurd meriv nabe hevalê neyarekî hewqasî har û devbixwîn.

Gotineke almanan heye, dibêjin, ”Kevokek hevaltiyê bi qijikan ra bike, perên wê jî, dilê wê jî reş dibe.”

Yê hevalê Erdogan be her dera wî reş e. Heger ENKS wek vî neyarê devbixwîn nafikire dibê êdî di nava Opozîsyona Sûriyê da nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE