20 juni 2021

Dawîya kar nayê


Do min darên dora hewşê birrîn, qirqafên ne lazim, yên cî li me tengkiribûn avêtin, dûzanek da hewşê, pelên dara mêwê jêkirin û gelek karên din kir.

Îro jî min dest bi karê boyaxê kir. Xebat baş e, meriv bextewar dike. Hesinê nexebite zeng digre, bedena nexebite kût dibe.
Helbet ne ku ez tenê kar dikim, xanim jî tim bi min ra ye, Xwedê heye min tenê nahêle.

Erê do jî û îro jî barê giran dîsa li ser milê min bû, lê Xwedê heye, xanim jî tim li ba min bû, ez bi tenê nedihîştim. Dibê ez heqê wê jî nexum.


Min dar birrî, wê şirt kir, pel û çilo avêt.
Min boyax kir, wê jî derên firçe baş nedigihîştê nîşanî min dida, digot ”wira baş nebû, firçake din li wir xe….”
Yanî bi kêmanî wek kontrolorekê li ser serê min bû.
Lema jî şaş fêm nekin, ne ku ez dixebitim û xanim jî rûniştiye, qahwa xwe vedixwe û li min temaş dike. Pir, hindik ew jî ya destê xwe davêje hin karan, ya jî aqil dide min, kêmasiyên min nîşan dide.


Xanim ji şirtkirinê û paqijiyê ra xurt e, nexweşa paqijiyê ye.
Wek mon got, îro jî ketim karê boyaxê, min mexzen şuşt û boyax kir. Hin tiftar û hacetên min tê da ne. Hacetên min bi qasî yên necarekî hene.

Yanî îro jî min pişta xwe rast nekir.
Li welêt karek ji destê min nedihat. Lê xaniyê me jî wek yên Swêd ne ji text bû. Zivistanan tenê me lox dikir. Xaniyên Swêd bi hawakî din in.
Lê li Swêd ez fêrî gelek karan bûm. Ji ber ku em di xanîyekî ji text û bi hewş da dijîn, lema jî her sal jê ra kar lazim e. Meriv lê nenêre dirize.



Li Swêd xaniyên text pir in. Kesên di van xanîyan da dijîn ew kar û barên xaniyên xwe dikin, boyax dikin, dişon, hin tiştan diguherînin.
Li Swd meriv bi xwa neke, bi xelkê bide kirin pir buhaye, meriv ji bin dernayê.
Lema jî karên sivik meriv bi xwe dike. Ez jî baş xerab hin tiştan fêr bûme, kêfa min jî jê ra tê. Jixwe merivekî teqawit im, pê wext jî derbas dibe.
Belê, îro jî wiha derbas bû…

XXX

Di maça sisiya da Swîsreyê(Îswîçreyê)jî bi 3-1 kumuka tirkan di nav xwînê da hîşt, ew bi hustuxwarî û kelogirî şandin Tirkiyê.

Piştî vê mexlûbîyetê Tirkiye di gurûba xwe da ji dawiyê bû yekem û bi hustuxwarî ji Euro 2020 xatir xwest. Swîsrê çêyîyek pir baş bi hemû dinyayê û bi Ewrûpayê kir, tirkên faşîst êdî ewê hew kanibin di seheyên Ewrûpayê da ala tirk a di xwîna gelek miltan gerîyaye li bak in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE