Havîn hat, kar û barên hewşê dîsa ket hustuyê min. Dikim, nakim naqede. Xanim rokê karekî derdixe.
Îro hewa xweş bû, piştî em ji meşa danê sibê hatin, me qahwa xwe vexwar û dûra jî min zend û bendên xwe vemalt, rahîşt meqesa xwe û sênca (devîya)dora hewşê birrî.
Sênca dora hewşê bûbû wek porrê dîna, min dûzanek dayê, nuha gelkî xweşik xuya dike. Destpêkê zor e, lê gava kar diqede pir xweş e.
XXX
Merivê karkir her kes jê hez dike, kêfa her kesî jê ra tê.
Îro ji bo ku min sêncên dora hewşê birrî, hewş paqij kir, gelek tişt-miştên, qifqarên
ne lazim avêtin, kêfa xanimê û gelek nas û dostan ji min ra hat, halan di min
hildan, gotin her bijî.
Her cara ez li mal kerekî dikim, kêfa xanimê tê, ruyê wê dikene.
Gava ji ber kompîtorê ranabim, karekî malê nakim pozê xwe dadiliqîne, gava kar
dikim, ji kêfa nizane çi bike.
Tiştê min fêm kiriye, ji bo ku ez xanimê û hevalan memnûn bikim, teqdîr û hurmeta
wan qezenc bikim dibê ez tim wek moza hingiv bixebitim.
Yanî dema ez karkirê mala xwe bim, dibim şîrînê ber dilê xanimê û dost û hevalan.
Heger hûn jî dixwazin xanimên we û dost û hevalên we ji we hez bikin, dibê hûn
jî wek min, wek mozan bixebitin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar