18 juni 2021

Em qesasê xwe baş nas dikin

Onur Gencerê qatil Denîz Poraz bi însîyatîfa xwe, bi serê xwe nekuşt, hinekan ew wezîfe dan wî, gotin here têkeve hundur HDPê û çend kesan bikuje.

Wî jî do li Îzmîrê ev wezîfeya xwe bi cî anî û Denîz Poyraz kuşt.
Nuha medyaya tirk û hukûmet dixwaze vê cînayeta organîze wek bûyereke şexsî nîşan bide, fena ku tiliya hukûmetê tê tunebe.


Dibê kurd vê vira hukûmetê nekirin, li Tirkiyê tu cînayeteke siyasî ne ferdî ye, li pişt hemû cînayetên siyasî dewlet heye, dewletê wezîfe daye qatilan, wan jî kuştine.

Onur Gencer jî pîyon û qatilekî dewletê û hukûmeta AKPê ye, wezîfa dane wî bi cî aniye.

Ji cînayeta Hirant Dînk bigire, heta bi kuştina hersê jinên kurd li Parîsê, di hemû cînayetan da MIT li pişt bû.

Kuştina Denîz Poyraz jî eynî tişt e, qatil çeteyê dewletê ye, wezîfa danê bi cî anîye.

Ev cînayet kirin ji bo ku îtîraf û minaqeşeyên Sedat Peker ji rojevê da bixînin, mijarê biguherînin.

Jixwe Sedat Peker çendakî berê got ewê bigrin ser Malên Cemên elewîyan û qetlîamekê bikin.

Gotina Sedat Peker rast derket. Elewî, HDP ferq nake, her du jî kurd in.

Qatil bi nêta gelek kesan bikuje çûye wir, lê ji ber ku civîn hatibû betalkirin, Denîz Poyraz tenê li wir bûye, wî jî ew kuştiye.

Qatil jî di îfadeya xwe da ev yek tesdîq kiriye, gotiye min digot ewê gelek kes li wir bin, ez bi wê nêtê çûm wir.

Heger kurdekî di avahîyeke AKPê da eynî tişt kiribûya, Erdogan û berdevkên hukûmetê wiha bêdeng nediman, ewê qiyamet rakirina. Heta nuha bi sedan kurd girtibûn.

Lê ji ber ku dewlet li pişt e, ji ber ku ya hatiye kuştin kurd e, Erdogan, berdevkên hukûmetê tiştekî nabêjin, bêyî qatil heta nuha kesekî din jî  negirtine.
Qatil bi serê xwe ev qetil nekir, dewlet emir nede kes ranahîje tivinga xwe, dabança xwe û naçe li orta bajarê Îzmêrê, di hundur avahiya HDPê da keçeke kurd nakuje û fîlmên xwe wahşeta xwe jî belav nake.
Ji ber ku dewlet li pişt e hewqasî bêtirs, bêperwa hereket dike.

Di hemû cînayetên siyasî da tiliya dewletê heye, dewlet li pişt qatilan e.

Ji 1990î û vir da ye bi hezaran kurd revandin û kuştin. Yek cînayet jî dernexistin, yek qatil jî negirtin.

Çimkî dewletê wezîfe dabû qatilan, wan jî wezîfeyên xwe kirin. Lema jî heta nuha qatilek jî nehatiye girtin.

Giş kûçikên li ser kormekê ne, kûçik pê dêla kûçik nake, lema cînayet eşkere nabin, yên li pişt cînayetan dernakevin.

Em qesasê xwe nas dikin, di viya da şika kesî tuneye. Problem em nikanin heyfa xwe bigrin, dar qalind bûye, destê me lê nayê hev.

Em yekî ji wan bikujin, ewê sed hebî bikujin, ewê sed kesên bêsûc bigrin û bi salan di zindanê da birizînin.

Mesele ev e, em qesasê xwe baş nas dikin, lê em pê nikanin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE