18 juni 2021

Ez heyranê kurmancîya kurdên Konyayê me

Ez û xanim li hewşê rûniştine qahwê vedixun. Cîrana me ya kurda Konyayê ji ber mala me derbas bû. Em li hewşê dîtin, ereba gedê xwe dagerand, silav da me. Me li halê hev pirsî.

Xanima min jê pirsî, got ma tu diherî ber avê?
Wê jî got:
-Na, na, ez diçime ÎKÊ…

Piştî ji me xatir xwest, çû, xanimê got, wele min fêm nekir çi got. Ez kenîyam, min got xanim, wele te kurmancîya me ji bîr kiriye. Xatûna delal tam bi devoka me peyivî, got ez diherime Îkê, yanî diçe ICA´yê. Ev tewanga devoka me ye, bi kurmancîya me meriv wakîno dibêje.

Devoka hin kurdên Konyayê tam devoka me ye, ez sedî sed ji devoka wan fêm dikim û ji kurmancîya wan jî pir hez dikim. Ez dixwazim li wan guhdarî bikim.

Gava bi me ra dipeyivin devoka xwe hinekî diguherînin, lê gava bi hev ra dipeyivin kurmancîya wan wek şekir e, wek hingiv e, ez dixwazim li wan gudarê bikim.

Di kurmancîya kurdên Konyayê da gelek peyvên arkaîk hene, li herêmeke din ya Kurdistanê ew peyv bi wî hawî êdî nayên bikaranîn.

Ez diçime Îkê, diçim mala Îbrêm, ezê Zinêr bibînim kurmancîya wan a rojane ye. Ew nabêjin ez diçim ÎCA´yê, ÎKEA´yê, dibêjin ez diçim Îkê. Hewqas, pir xweş e, kurmancîya safî, paqij û herî otantîk e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE