Hebû, tunebû, gurekî pir xemgîn(nîgeran) hebû. Rojekê ji xwe ra kûr û dûr fikirî, got:
-Ez fêm nakima çima heywan dema min dibînin ji min direvin?
Ez
dixwazim bi wan ra bipeyivim, lê ew çer min dibînin direvin.
Tu heywanî nedixwest bi wî ra bipeyive, pê ra hevaltiyê bike. Her heywanê ew
didît, tavilê jê direviya.
Li ser sebebê vê reva wan pir fikirî, lê bersîvek ji tirsa wan ra nedît. Bi vê yekê pir xemgîn bû.
Carnan ne ji bo ku wan bixwe, dixwest bi heywanekî ra rûne û pê ra hinekî sohbet bike, bîstekê li ba hev rûnin û çend galgalan ji hev bikin. Bîstekê li heywanekî din guhdarî bike.
Çimkî ew tim bi tenê bû, kesê pê ra bipeyivîya, pê ra sohbet bikira tunebû. Bi xwe ra dipeyivî, li xwe guhdarî dikir. Vê tenêtîyê bîna wî pir teng dikir.
Rojekê rabû, çû ev mesele ji hirçê pirsî. Hirçê hot:
-Ji bo ku tu yekî gelkî ne xweşik î, lema her kes ji te direve, kes naxwaze bi te ra bipyive.
Lê her kes zane hirç henekçî ye, tu carî cidî napeyive, di binê her gotineke wê da henekek heye.
Lema jî dibê meriv tu carî ji gotinên hirçê bawer neke. Meriv nizane tiştê dibêje çiqasî henek e, çiqasî cidî ye.
Ji ber wê jî gur biryar da vê meselê li daristanê ji hin heywanên (lawirên) din bipirse, hela ka ew çi difikirin ? Rastî tahl be jî bihîstina wê baştir e.
Bi vê fikrê xwe bera nav daristanê da û vir da û wê da gerîya. Li rex golê çavê wî bi kunduzekî(qûzekî) ket. Deng li kunduz(qûz)kir, got:
-Kunduzê hêja, ezê pirsekê ji te bikim. Şerm meke rastî çi ye wê bibêje. Bi ya te ez yekî pisîk im, ya jî bedew im?
Kunduz tavilê xwe avêt ji nav avê da û bû bilqe bilqa wî,
bilq.. bilq…
Maneya bilqe bilqê çi bû ne mimkûn bû meriv fêm bikira.
Gur tiştek ji bersîva kunduz fêm nekir û riya xwe domand, pir gerîya, hindik
gerîya, rastî rûvîyekî hat. Ban rûvî kir, got:
-Law rûvî, hela were vir, ezê pirsekê ji te bikim. Lê şerm meke, rastî çi ye wê
bibêje, bi ya te ez yekî pisîk im, ya jî bedew im?
Lê rûvî çer çav bi gur ket, tavilê revîya qulika xwe û di qulika xwe da bû waqe
waq û pilepila wî, got:
-Li alîyekî…Lê li alîyekî din…Lê belê…Lê meriv kane wer jî bibê…Lê li alîyê din
jî…
Gur tiştek ji bersîva rûvî jî fêm nekir. Di dilê xwe da got ya herî baş ez
herim ba kund, ji kund bipirsim, yê ji kund biaqiltir tuneye.
Û çû ba kund. Gava kund dît gur berbî wî va tê, firek da xwe, çû li ser guliyê
dareke hîn bilindtir venişt.
Gur got:
-Apê kund, ezê pirsekê ji te bikim. Lê şerm meke, rastî çi ye wê bibêje. Bi ya
te ez yekî pisîk im, ya jî bedew im?
Kund got:
-Min baş fêm nekir tu dixwazî çi bibêjî ? Ma tu nizanî ronkayîya rojê ez
nikanim mêşekê û fîlekî ji hev bigerînim?
Gur got:
- Wê demê guh medê, ezê herim ji korgî bipirsim. Korgîyê çîpdirêj rastgo ye,
ewê ji min ra rastiyê bibêje.
Û berê xwe da qulika korgî. Çer korgî dît, nedît, da ser pişta korgî. Korgî ji
tirsa qutifî, got nigo serî bi qurban û heta jê hat da çindika…
Gur ban kirê, got:
-Bisekine, nereve ! Were em rûnin, bîstekê bikin galgal. Lê korgî nesekinî, çû
ket qulika xwe.
Li daristanê meriv bide dû korgî, meriv bela sebeb xwe diwestîne û xwîdan dide.
Gur jî westiya û negihîşt korgî.
Lema jî gur ji korgî jî tiştek fêr nebû. Çimkî yê her kes jê bitirse, tu carî
nikane rastiyê bibihîze.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar