17 juni 2021

Qatilên Tirkiyê dîsa destên xwe di xwîna kurdan gerandin

Çeteyên tirk vê care li Îzmîrê destên xwe di xwîna kurdan gerandin. Êrîşî HDPê kirin û keçeke bi nave Denîz Poyraz kuştin.

Hukûmet berpirsîyarê êrîşê ye. Êrîşkar û qatilan ji hukûmetê cesaret girtin û îro li Îzmîrê di hundur avahiya HDPê da keçeke kurd, Denîz Poyraz gulebaran kirin.

Êrîş tiştekî mezin e, di hundur avahiya partîyekê da gulebarankirina jiekê pir cidî ye. Dewlet li pişt e, lema qatil natirsin.

Li gorî agahiya Mîthat Sancar, berî êrîşê ewê civînek çêkirana, 40 kes ewê beşdarî civînê bibûna. Lê civîn betal kirine.

Diyar e qatil ji bo qetlîameke mezin çûye, lê ji ber ku Denîz Poyraz tenê li wir bûye, ew tenê kuştiye, ya jî kuştine.

Yanî armanc qetlîameke mezin bûye.

Berpirsiyarê êrîşê hukûmet e, çimkî ji devê serok û berpirsiyarên hukûmetê li dijî kurdan kîn û nefret dibare, ew çeteyên xwe li kurdan gurgîn dikin.

Bira serê malbatê û hevalên wê sax be, Xwedê sebrê bide wan.

 

XXX

Mezinên me gotine dinya gola req û beqa ye, zikê diya buxçe ye, her tişt tê da heye .

Ji her beşî însan di vê gola req û beqan da hene. Carnan golê li ber çavê meriv reş dikin.

Lê li welatê me req û beq, çeqel, kevjark û zûrî pir zêde ne. Qey ew jî ji ber bêşansîya me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE