16 juni 2021

Ketime nabêna Xelîl û Celîl

Gava roj ne xweş e, şilî û şepelî ye, ez gazinan dikim, dibêjim bira roj xweş be, ezê xwe bidin ber rojê.

Lê gava wek îro hewa xweş e, 25 derec germ e, wê demê jî xebat û nivîsîn zahmet e.

Bîna xanimê tenê li hewşê teng dibe, dibêje vê germa havînê wek kund tu li hundur, li ber datayê(kompîtorê) çi dikî? Were der, bira hinekî roj bi serê te keve…

Ez mame di nabêna Xelîl û Celîl da, herim hewşê, xwe bidim ber rojê, tiştek nayê nivîsîn.

Ez ji hundur dernekevim, ji ber datayê ranebim, wê demê jî pitepita xanimê serê min gêj dike û karek jî nabe.

Welhasilî kelam, îşê min zor e, tîr dikim dan diçe, rohn dikim nan diçe.

Heger herim li hewşê zêde rûnim facebook, twîtter û bloga min ewê bênivîs bimînin.
Nabe ez bloga xwe bênivîs bihêlim, dibê ez her roj herî kêm nivîsekê têximê.

Serê salan ez vê dûzan û rûtîna xwe didomînim. Heger li mal bim û ne nexweş im, miheqeq nivîsekê, du nivîsan dinivîsim. Gava xwendevanên min riya xwe bi bloga min, bi malperên min dixin, dibê kes destvala vegerin.

Van rojan jî Şampîyonîya Futbolê ya Ewrûpayê heye, ez û xanim bi hev ra li maçan temaşe dikin û komentar dikin. Em herdu jî ji futbolê hez dikin. Heyecanê dide me, wexta me pê derbas dibe.
Ji bo wê jî bi şev ez naxwazim zêde li ber kompîtorê rûnim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE