16 juni 2021

Walesê jî Tirkiye pelixand


Wele Walesê tarîx nivîsî, Tirkiye perîşan kir, di deqîqeya 95a da goleke muhteşem avêtin. Tirk şeqizîn, , mirin, hinekan  porên xwe rûçikandin. 2-0 kortika hustuyê xwexurandin û çûn mala xwe. Wan skoreke wiha qet texmîn nedikirin. 

Walesê 2 golên xwe jî şewitandin. Yanî ewê bibûya 4-0. Lê ya muhîm tirk man sifir.

Wele min digot tirk ewê golekê, du golan bavêjin, lê şikir ji Xwedê ra pûş kutan, bê pûan vegerîyan. Hêvî dikim her maça wan wiha biqede, tu carî ruyê wan nekene, li hemberî taximê herî zeîf jî têk biçin.

 XXX

 

Walesê du golên xwe şewitandin. Di maçekê da taximê du golên xwe bişewitîne serketin zahmet dibe. Dibê herdu şansê xwe jî neşewitandina.

Tirkan wek her tim di forma xwe da dîsa irqçîtî û dinyanedîtiya xwe nîşan dane, nîvê forma xwe kirine al.

Tirk nuha ji Walesê xurttir xuya dikin. Hêvî dikim Wales wiha tirsok dom nekin. Heger wiha dom bikin, tirk ewê gol bavêjin.

Dibê Wales bêtir li gol bigerin.

 XXX

Bi îtîrafên Sedat Peker li Tirkiyê rojê dizek eşkere dibe; rojnamevan, siyasetmedar, wezîr, giş dizên neqebekê ne.

Sîstema Tirkiyê ya diza ye, lema jî dawiya dizan nayê, yek dihere, yek tê.

Dizî xumal e, devê têrr û tûra jê ra betal e. Gava dizî ji malê be neqeb nayê parastin.

Lê di vê meselê da dibê meriv xwar rûne, rast bipetive. Dizên berê yek jî bi qasî îslamîyan ne hawidxur bûn, van zaliman deve tevî hawid xwarine, lê dîsa jî zikê wan têr nebûye, çavên wan bar nebûye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE