15 juni 2021

Dibê meriv "Lepên Tarî" nas bike

 


Dostê min ê hêja Dr. Mihemed Ozalp, îro him kitêba xwe Lepên Tarî ji min ra îmze kir, him jî me bi hev ra fîncanek qahwe vexwar û bîstekê sohbet kir.
Bi vê minasebetê min jî kitêba xwe ”Stirîyên me” jê ra îmze kir. 

Min pêşgotinên kitêbê xwendin û hinekî jî bala xwe da naveroka wê. Wekî din, di medyaya sosyal da jî min hin nivîsên li ser wê jî xwendibûn.

Dr. Mihemd Ozalp, di nabêna 1989-1994a da serokatiya Beledîya Tetwanê kiriye. Ev dem di tarîxa me ya nêz da demeke pir bi xwîn û mişt êş û jan e.

Wek her herêma Kurdistanê ya tevgera netewî lê xurt e, li Tetwanê jî di wan salan da gelek bûyerên qewimîn, însên hatine kuştin.


Dr. Mihemd Ozalp di dema serokatîya xwe bûye şahid û aktorê gelek bûyerên ji alî bîr û raya kurd ve baş nayê zanîn. Dr. Mihemed Ozalp, di Lepên Tarî da wek şahid û aktorekî wê demê, bûyerên li herêma wî qewimîne ji bîrkirinê xelas kirine, kiriye belge û dokumenteke tarîxî ya nemir.

Tarîx hafizeya miletekî ye, miletê tarîxa xwe bi xwe nenivîse hafizeya wî ya netewî çê nabe.

Nivîsîna bîranînê di nava me kurdan da hîn nebûye adet û kultureke berfireh.

Di van salên dawî da vê adetê dest pê kiriye. Ji bo tarîxa me, ji bo nifşên li pey me bîranîn, serpêhatî, xatirat, rojnivîs gelkî muhîm in. Lema jî Dr. Mihemd Ozalp bi nivîsîna Lepên tarî karekî pir baş kiriye, wî pîroz dikim.

Dibê meriv Lepên Tarî bixwîne û ji devê şahid û aktorekî wê demê bibîne li wê herêmê çi felaket anîne serê gelê me. Yanî dibê meriv xwediyên lepên tarî nas bike.

Lema, him ji bo tarîxa me, him jî ji bo xurtkirina hafizeya netewî bîranînên şexsan pir muhîm in. Dr. Mihemd Ozalp bi Lepên Tarî karekî pir hêja kiriye, bûyerên bûne şahid, tiştên hatine serê wî bi hûrgulî nivîsîye. Mala wî ava be.

Di dawiya kitêbê da albûmeke fotografan jî heye. Ew jî tiştekî baş e. Foto belge ye, rastiya heqîqetekê nîşan dide. Lema jî pir baş kiriye.

 
Lepên Tarî 313 rûpel e, Weşanxaneya Dozê di gulana îsal da çap kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE