15 juni 2021

Nimêja rûvî û dîk

 




Rûvî çend roj bûn tu nêçîr nekiribû, gelkî birçî bû. Destê sibê berê xwe da gund, qerde, qerde xwe gîhand ber pîna mirîşka. Dîk li ser darê lûsiyabû. Ji dîk ra got:

-Sofî, siba te bi xêr! Ma tu nayê em bi hev ra nimêja sibê bikin? Nimêja bi cimatê ra sewaba wê zêde ye.
Dîk got:


-Dibe çima nabe. Jixwe min jî nuh desmêja xwe girt, min dikira nimêja xwe bikira. Îmam li wî aliyê pînê raketiye. Xêra xwe here wî jî şiyar bike. Ezê jî werim.

Gava çavê rûvî bi kûçikê li wî aliyê pînê ket, rûvî biziya, got nigo serî bi qurba, heta jê hat ji wir revîya…
Dîk bi tinaz ban kirê, got:

-Birakê rûvî, tu bi ku da diherî, ma ne me dikira nimêja xwe bi hev ra bikira? Were, nimêja bi cimatê ra sewaba wê zêdeye.
Rûvî bêyî ku li dîk bifitile, di ber xwe da got:

-Desmêja min şikiya, dikim herim desmêja xwe teze bikim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE