Maça Swêd û Îspanyayê bîsteke din dest pê dike û ez ji nuha
da li hewa di xew ra diherim.
Îro ez pir westîyayî me, ji hal da ketime. Hoste hat paceyên me boyax kir. Min
boyax nekirîbû. Min çû boyax kirî, boyaxê têrê nekir. Welhasil ez sê caran çûm
û hatim BAUHAUSê.
Du saet û nîva çûm û hatim. Lema pir westîyam.
Kompîtora xwe min nuh vekir, îro min qet li tiştekî nenêrîye, tiştek
nenivîsîye.
Heger ne maça Swêd û Îspanyayê bûya ezê biçûyama raketama. Lê maç heye, dibê ez
lê temaş bikim. Nabe ez swêdiyan bi tenê bihêlim.
Ez li Swêd dijîm, helbet dilê min bi welatê min ra, bi Swêd ra ye, dixwazim zer û hişin qezenc bike. Lê lîstika Swêd dilîze jî ne tu lîstik e, top wer di nigê îspanîyan da ye.
Karê me hinekî zor xuya dike. Îspanya sê cara bûye şampîyonê dinyayê. Lema jî li seha Îspanyayê, li Sevîllayê zora Îspanyayê birin pir zor e. Îspanî pir xweş dilîzin.
Lê hêvî dikim swêdî baş bilîzin, baş li ber xwe bidin û bi ferqek mezin mexlûb nebin.
Her tim siyaset nabe, bira îro jî wiha derbas be. Hêvî dikim teşxeleyên nabêna kurdan çareser bibin, hêzên kurd bi hev nekevin, kenê neyaran bi xwe neynin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar