13 juni 2021

Îro min arşîva xwe ji hin kitêbên tirkî paqij kir

Ji ber pitepita xanimê û lawê wê, ez ketim mexzenê(ez wek kitêbxaneyê bi kar tînim), min qirra kitêbên tirkî anî, ez bawer dikim min li dora 300 hebî avêtin. Lê helbet ne yên li ser kurd û Kurdistanê.

Berê jî carê min 3 torbe avêtibûn. Dibêjin ji kitêbên te em nikanin gava xwe bavêjin. Ne neheq in jî.

Ez nizanim bi kîjan aqilî min hewqas kitêb kirîbûn, di hundur da cî tuneye, min giş kirine mexzenê. Nuha ez bi wan ketime, davêjim. 

Hedefa min a pêşî helbet kitêbên bi tirkî û li ser Tirkiyê ne. Ezê xwe ji wan paqij bikim.

Lê gelek rojname, kovar û belavokên kurdî jî hene, beşekî arşîva me heye. Min ji Kitêbxaneya Kurdî ra got werin, têkevin nav, ji we ra çi lazim e bibin, lê Newzad tim dibêje erê, erê û nayê…

Yên min avêtin bêguman ne kitêbên li ser kurdan e, kitêbên Cemal Surreya Aydemir, Arcayurek, Mumcu, Nîhat Behram û yên wek wan. Yanî yên li ser Tirkiyê, tarîxa wan û edebîyata wan. Û hin kitêb û ansîklopedîyên swêdî. Google heye, êdî meriv li wan ansîklopedîyan nanêre.

Yên li ser kud û Kurdistanê(tirkî-kurdî)mane, ev du-sê sal in ez li bende Newzad im, nayê.

 

XXX

Ne zorî û zehmetîya jiyanê, sextekarîya însanan meriv merazarî dike, dibehecîne. Berê medyaya sosyal tunebû, kê çi sextekarî, çi durûtî, çi fêlbazî û şelafî bikira meriv nedidît, virên sextekaran nedixwend, li şovên vîdeoyan temaşe nedikir.

Lê bi teknolojîya nuh ra dinya pir biçûl bûye, ketiye ekraneke biçûk, tu heta dawî nexwînî, lê vîdeoyê temaşe nekî jî, tu dibînî û tu zanî şelaf e, fêlbaziyê dike.

Gelek sextekar, îblîs bi maskeyên milyaketan digerin. Baş û xerab ne nîsk û nok in meriv rehet ji hev bigerîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE