22 juni 2021

Tirk kîjan kurdî dikujin dikin terorîst

Dewlet Bahçlelî gotiye Denîz Poyraz terorîst e, berpirsiyara PKKê ya gunda ye”, malbata wê jî hedef nîşan daye.
Bahçelî bi van gotinanên xwe kuştina kurdan teşwîq û serbest dike, qatilan diparêze.

Bahçelî berdevkê dewletê ye, dema ew bibêje Denîz Poyraz terorîst e, berpirsiyara PKKê ye, bizanibin ku dewletê û Bahçelî ew wezîfe dan qatil.

 Tirk kîjan kurdî/kurdê dikujin dikin terorîst. Ev metod bûye siyaseta tirkan ya netewî. 

XXX

Rojeke kurdan bê girtin û bê teror derbas nabe, her roj li çend bajaran digrin ser malên xelkê û bi sedan kesî digrin. Îro jî girtine ser 136 malan û gelek kes girtine.

Teroreke wiha nehatiye dîtin.

 

XXX

Li Îzmîrê û hin bajarên din bi îthama hevalbendîya Gulen 132 kes girtine. Her roj ge bi navê Gulen, ge bi navê PKKê çendsed kesan digrin.

Bêyî merivên AKPê û MHPê li Tirkiyê jiyana her kesî li di talûkê da ye. Rejîmeke wiha çete hîn nehatiye dîtin. Dewlet bûye organîzasyoneke terorîst, bîn li milet çikandiye.

 

XXX

Xanim jî îro aşîya korona ya duduya bû. Ez berîxanimê bûbûm. Nuha me her duya jî tedbîra xwe girtiye. Gerek korona-morona êdî riya xwe bi mala me nexe, nikanibe bela xwe di me bide. Lê dîsa jî emê hevza xwe bikin. Korona bêbext e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE