23 juni 2021

Em ne erbabên avakirina dewletê ne

Erê dijminên me pir in, xurt in, nehîştine em bibin xwedî dewlet, lê bi ya min sebebê esasî bêkêrîya me ye, em miletekî bêkêr û ne tu tişt in, em carê fêrî xulamiyê bûne, lema jî hetanî nuha bindest mane. 
Yanî sebebê bindestiya me ne girêdayî xurtiya dijminên me tenê ye, sebebê esasî em in, em qurişekî nakin, em serxwebûnê naxwazin.
Em ne erbabê azadiyê û dewletê ne, ew ruh, ew qerekter bi me ra tuneye. Piranî dewletê naxwaze, yên dixwzin pir û pir hindik in. 

193 dewlet endamên Neteweyên Yekbûyî ne, gelek dewlet jî federasyon in.
Yanî li dinyayê bi sedan milet bûne xwedî dewlet. Hin welat nufûsa wan yek milyon jî tuneye, lê dîsa jî dewletên serbixwe ne.

Nufûsa me herî kêm 40 milyon e, em bûne çar perçe, lê dewleteke me tuneye.
Çimkî em wek milet pênc pera nakin, rêberên me, mezinên me bêhêr in, qurişekî jî nakin.
Ne yên nuha ten ê, yên berê jî wiha bûne, lema em nebûn xwedî dewlet.
Yekî baş radibû, şerê azadiyê dida, sed heb li dijî wî rafibûn, dibûn hevalên dijmin û zora wî dibirin.
Îro jî eynî tişt e.
Heger ruhê nasyonalîzmê bi mezinên, bi serok û siyasetmedarên kurdên başûr ra hebûya nuha bûbûn xwediyê dewleteke serbixwe.
Lê ev 30 sal hîn gorra hev dikolin.
Heger ne Amerîka û Fransanikanin mehekê xwe biparêzin, ereb, tirk û faris di nava çend rojan da ewê berra wan din, wan bi çîya xin.
Li Sûriyê eynî çîrok e, li wir jî hîn ji her serîyekî dengek dertê, dengekî yekgirtî, netewî tuneye. Yanî em miletekî bêkêr in, ji me tu tiştekî baş sadir nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE