Ev nêzî mehekê ye min serma girtiye, ez bi bapêşê ketime; yanî nezle me. Pozê min xetimîye, nikanim xweşikî bîna xwe bigrim. Bi şev dibe geleşeke mezin, nikanim rakevim.
Min roj bi roja da, sersarî kir, min got de bapêş e, qey ewê derbas bibe.
Lê derbas nebû, her ku çû girantir bû, bû qîr û bi min ve zeliqî, heta ez mecbûrî ser tuxtoran kirim.
Do bi telefonê bi lawikê xwe yê mezin, bi Azad ra peyivîm, got bavo, ma tu
nexweş î ?
Camêr, got dibê tu sibe muheqeq here ser tuxor, mehek bapêş wexteke pir dirêj e.
Min vêsê zû telefonî Merkeza Tendurustiyê kir, derdê xwe ji hemşîre xanimê ra got. Mala xanimê ava be, saet 11.40î da wext da min.
Ez çûm ser tuxtor. Tuxtor erebekî ji Mûsilê bû. Jixwe li herêma me ji bo tûtyayê jî swêdî nemane; tuxtor, hemşîre, milet her kes xerîb e.
Tuxtor ez miayene kirim, hin pirs ji min pirsîn. Dûra got metirse, ne koronaye, qulikên bînê yê pozê te îltîhap(înflamation)girtiye. Hebek Rinexin 50 mg da min, ezê rojê du heba, 15 rojan bi kar bînim. Li gora wî got, ewê derbas be.
Ez ji nava xwe pir razîbûm, min digot ez merivekî bi antraman
û saxlem im. Lê bapêşekê bi min girt, ev meheke ba li min anîye, ez dikim,
nakim pêxîla min bernade. Heta ku ez mecbûr kirim, herim ser tuxtor.
Lê dîsa baş e, xwedê kir ne nexweşîyeke girantir e, bapêş birîna kêçê ye, qey
ewê derbas bibe.
Lê fişefişa min jî qet ne xweş e, min nerehet dike. Hêvî dikim Rinexin 50 mg ewê
îşê wê biqedîne, min jê xelas bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar