24 juni 2021

Yekîtîya Ewrûpayê ji Erdogan ra dîsa devê kîs vekir

Yekîtîya Ewrûpayê li ser navê alîkariya bi erebên Sûrîyê ra ewê 3,5 milyar euro xûgê bidin Erdogan. Ji Erdogan ra pere lazim e, dibê Yekîtiya Ewrûpayê xwe zû bigihîne hawara wî, rejîma wî xurt bike.

Bêyî vê, hin xûgîyên biçûktir yên bi navên din, yên di ber ra û di ser ra jî hene.

27 welatên Yekîtîya Ewrûpayê her sal hewqas xûg didin Erdogan, ji bo ku çeteyên xwe xwedî bike û şerê xwe yê li hemberî kurdan û Sûriyê bi rehetî bidomîne.

Bêyî fînansmana Yekîtîya Ewrûpayê Erdogan nikane bi sedhezaran terorîstên îslamî xwedî bike.

Erdogan û Îranê, Pakîstan, Bengladeş, Afganîstan, Afrîka vala kirin, rojê bi hezaran însan tînin Tirkiyê û dûra dişînin ser Yûnanîstanê, Yekîtîya Ewrûpayê jî vê sîstema Erdogan bênabên fînanse dike.

27 welat teslîmî Erdogan bûne, her sal bi mîlyaran euro xûgiyê didin wî. Helal be ji mêrik ra. Heta Yekîtîya Ewrûpayê hebe, Erdogan bêpere namîne, destê ewrûpiyan ewê tim di bêrîka wî da be...

Tirk dibêjin meriv mûyekî ji berêz(xenzîr) bikşîne sewab e. Yanî bi vî hawî sewabê qezenc dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE