09 juni 2021

Posta Tirkiyê ev kitêba min jî li xwe heland

Di 23ê gulanê da min kitêba xwe ”Stiriyên Me” ji Înan Eroglu ra şand Bismil. Heta do jî kitêb hîn negihîştibû destê Înan. Ez bawer nakim tu carî bigre jî.

Înan Eroglu do çûye ji postê pirsîye, jê ra gotine nehatiye.
Ji ber ku min kitêb bi teahut(rekomandêrat)neşandibû ez nikanim taqîb jî bikim.

Lê di netê da min bala xwe dayê, gelek kesên bi teahut(rekomendêrat)şandine jî postên xwe negirtine. Post çûye Tirkiyê, lê li Tirkiyê wenda bûye, negihîştiye destê xwediyê xwe.

Ev cara sisiya ye posta tirk vê bênamûsiyê dike, kitêbên ez dişînim davêjin, kitêb nagihîjin ciyê xwe.

Li Tirkiyê tiştên wiha ne îstîsna ne, pir dibin. Çimkî ne dewleteke cidî ye, dûzaneke çetewarî ye.

Tirkiye welatekî pir rezîl e, yên dewletê îdare dikin pir bêexlaq in, lema posta xelkê nadinê, davêjin.

Sebeb ji ber ku xwediyê nameyê, kitêbê kurd e. Min ew kitêb şandiba Yozgatê ewê bidanê, lê ji ber ku min şand bajarekî Kurdistanê avêtin.

Li Tirkiyê sîstemeke mafîya heye, garantîya tu tiştî, tu kesî tuneye. Welatê posta însên bavêje, ne tu welat e, sîstemeke çete ye.
Ez bawer nakim ji ber gelşa koronayê dereng mabe, hêvî dikim ev texmîna min şaş be, kitêb bigihîje destê Înan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE