09 juni 2021

Dîsa serê min ket teqereqê


Min digot belkî ez ji rastkirina Antolojiyê xelas bûme, lê ne wer bûye, hinge-dinga wê hîn neqedîyaye. Xortê mîzanpajê çê dike, do bi şev wek PDF ji min ra şandiye, gotiye berî ez risman bi cî bikim, ji kerama xwe careke kontrol bike.

Ji do bi şev da ye min li ber da, min kir nekir, min nikanîbû rast bikira. PDF venebû.

Ez nizanim meriv nivîsekê li ser PDFê çawa rast dike. Teselîya min jê ket, ez ji pertav da ketim, bîstek berê min xwe avêt bextê Mahmûd Lewendî, min got Mahmûd, ez ketime bextê te û Xwedê, hal mesele ev e, alî min bike. Meriv li ser PDFê nivîsekê çawa rast dike?


Mahmûd wek pedagogekî got wîîî, pir rehet e û dûra jî da ber min, de de, de de, camêr hêdî hêdî ez fêr kirim. Kêf amin hat. Li ber çavê min bûbû çiya, bûbû deve, lê new er bûye. Bi tirs min dest bi kontrolkirinê kir.

Umrê min 71 e, ev 40 sal e ez dinivîsim û di nava vî karî da me, ev cara pêşî ye ez metnekê, nivîsekê di PDFê da rast dikim.

Wek camêran gotine, dawîya zanî tuneye, ji dergûşê heta gorra tarî meriv tim tiştên nuh fêr dibe.

Ez îro jî di PDFê da fêrî redaktekirinê bûm. Lê ne pir baş, hîn jî newêrim her derê, bitikînim; tenê derên Lewendî ji min ra got, qelem, boyax û qeydkirinê diwêrim bi kar bînim, dest nadim tu bişkoke din.

Çavê min nabirre çareke din çîrokan gişan yek bi yek bixwînim. Berê du heftan ez pê d aketim. Ez navên çîrokan kontrol dikim û bi lez çavekî li mîzanpajê, li naverokê digerînim. Yanî hema di ser ra diherim.

Lê dîsa jî ewê çend rojên min bigire.
Bi xwedê pir zor e, çavê min diqerime, hêsir dike û karekî ez jê hez jî nakim. Lê cilo ketî milo, ji mecbûrî ezê bibim serî…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE