10 juni 2021

Nikane biqewitîne

Mêrikê tirk ji hevalê xwe ra qala derdê xwe dikir, got:

-Çar lawên min hene, yek akademîsîyen e, yek muhendiz e, yek mamoste ye, yek jî diz e.

Hevalê wî got:

-Yê diz biqewitîne, bira here.

Mêrik got:

-Ez nikanim biqewitînim, îdara malê di hustuyê wî da ye. Yên din giş bêkar in, birçî ne.

 

Karê Xwedê

Ji Xoce Nesredîn pirsîn, gotin:

-Xoce, ma tu yê îsal fitrên xwe bidî kê?

Xoce got:

-Wele ezê bidim yê herî zengîn.

Gotin:

-Xoce, malava, li bajêr hewqas feqîr hene, çima tu yê bidî mêrikê zengîn? Jixwe ew berê halxweş e.

Xoce got:

-Wele ez têkilî karê Xwedê nabim, ew dide kê, ezê jî bidim wî.

 

Azan bide !

Ji fitarê hindik mabû. Bûkê kar qedand, sifre raxist, xwarin giş li ser rêz kirin û ji çû ji xwesîya xwe pirsî:

-Dayê, her tişt hazir e, tiştekî din î ez bikim heye?

Xwesîyê got:

-Heye keça min, azan bide…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE