10 juni 2021

Erdogan Tirkiye şilût kiriye


Li Meksîkayê parlamenterekî li meclîsê xwe tazî kiriye û ev axaftina kin kiriye:

”Dema min xwe tazî kir min şerm kir, ma dema we welat şêland we şerm nekir?


Erdogan, misilmanên tirk Tirkiye şilût kirine, lê mêrekî wek vî parlamenterê meksîkî ji nav tirkan dernakeve. Welatek, miltek teslîmî şexsekî bûye. 

XXX 

Erdogan ji zilamên xwe ra gotiye bersîvê nedin Sedat Peker.

Çimkî zane bivik tê da heye.

Herdu jî mişkên qulekê, dizên neqebekê ne. Peker kane dawa wî bavêje ji ser serê wî da. Bi hev ra gelek dafik qetandine.

Lema jî dibêje bersîvê nedin Peker.

Bala xwe bidinê, heta nuha gotineke tahl ji Sedat Peker ra negotiye, navê wî negirtiye devê xwe.

Ji dêlî bersîvê bide îdîayên Sedet Peker, êrîşî Gulen dike. Gurekî kone ye, nikane bi kerê, dibeze kurrî (dahşikê).

Lê ez dibêjim ew çi bike jî ev îş ewê fire bigire, ev pîsî ewê pir bîn bide.


XXX

Hûn guh nedin fortên Erdogan, taliya wî nêzîk e, ewê bela xwe bibîne. Aynê miletê kurd çawa ji Seddam ra nema, ewê ji wî ra jî nemîne.

”Heger zalim bi israr zulma xwe didomîne, bizanibin ku dawîya wî nêzik e.

Heger mezlûm jî bi israr li ber xwe didin bizanibin ku serfirazî nêzîk e.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE