11 juni 2021

Ez ji bin vî barê giran xelas bûm

Min kontrola PDFa Antolojiyê qedand û bîstik berê şand ji xortê mîzanpajê çê dike. Ez ji bin barekî giran xelas bûm.

Erê min qedand, lê ez jî ji hal da ketim. Her tişt qedîya, ma çapkirin. Êdî ezê li bende çapê û hatina wê bim.

Gava meriv karekî diqedîne çiqasî xweş e, wek meriv tayê aşekî ji pişta xwe deyne, ji bin barekî giran xelas bibe...

XXX

Maça Îtalyayê û Tirkiyê dest pê kir. Ez bi heyacan lê temaşe dikim. Hêvî dikim Îtalya tirkan wek çurtên bipişêfe, bike pişêfk û bişîne ji tirkan ra.

Heger Îtalya berra Tirkiyê nede şermeke mezin e, ewê bibe skandaleke mezin.

Lê tirk ne hindik in, kanin surprîzê bikin.
Mala îtaliyan ava, ez xeyalşikestî nekirim, bi 3-0 tirk pelixandin, wek min dixwest, pişaftin, kirin pêşêfk û şandin Tirkiyê. 
Îtalyayê ne tenê 3 gol avêtin, pir xweş jî lîst. Tirk di parastinê da bûn, tu pzîsyonên talûke peyda nekirin.

XXX

Her siba gava kompîtora xwe vedikim, çend xeberên li ser operasyona nizanim li dij kîjan çeteyî ber çavê min dikve. Nizanim li hemberî kîjan gurûba çete operasyonek kirine, girtine ser çend malan.

Çeteyên herî mezin li ser hukim in, raqiban qebûl nakin, masiyên mezin yên biçûk dixwin, rajona çeteyan wiha ye.
Lö Sedat Peker cî li Erdogan pir teng kiriye. Erê navê Erdogan nade, tim êrîşî Suleyman Soylu û kesên li dora Erdogan dike, lê hedef Erdogan e, êdî ew di devê topê daye. Di rojên pêş da ewê gelek sextekarîyên Reîs îfşa bike.
Peker gelek tiştan zane, lema Erdogan qet êrîşî wî nake, gotineke xerab jê ra nabêje. Çimkî binî şil e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE