12 juni 2021

Stirîyên me îro gihîştiye Bismil !


Wey mala Xwedê hezar carî ava be, kitêba min  26 roj berê şandibû ji Înan Erdoglu ra îro gihîştiye Bismil, destê Înan. Ez pir kêfxweş bûm. 

Lê min bi kerê jî şandiba hewqas roj nedigirt.
Min bawer nedikir Înan kitêbê bigire, min digot kitêb avêtine, lema jî min bi du nivîsan malik li postexaneya Tirkiyê viritand, ew xist binê erdê. 
Lê bi derengî be jî wa ye kitêb navêtine, birine dane Înan. Wele ez nabêjim mala wan ava, lê baş bû.


Texmîna min a di heqê tirkan û dezgehên Tirkiyê da cara şaş dernayê, lê vê carê şaş derket, vê carê postexana Tirkiyê ez mehcûb kirim, posta min navêtin.

Ji bo ku min gelkî bi xerabî qala postexaneya Tirkiyê kir, ew xist binê erdê, lê belê îcar texmîna min rast dernekt, bi vê nivîsê ez neheqîya xwe qebûl dikim. Îcar temxmîna min şaş derket. Di quranê da jî meriv kane şaşiyê bike.

Bira carekê jî texmîna min a di heqê tirkan, Tikriyê û dezgehên Tirkiyê da şaş derkeve.

Lê vê care ez neheq û ew bi heq bin jî, bi gulekê bihar nayê, kitêba min navêtine baş e, lê du carên din avêtin. Welhasilî kelam ez pir qeherîm, lê talî xweş qedîya…

XXX

Hin însan nayên guhertin, çi bin ew in, kurmê şîrî, heta pîrî. Mar tenê postê xwe diguhere, xisletê xwe, xûyê xwe tu carî naguhere.

Di nav me da yên dişibin maran pir in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE