08 juni 2021

Kelmêşan em perîşan kirin

 


Îro şerê min û kelmêşan bû, wan ref bi ref êrîşî min û xanimê kirin, me ew kuştin, wan êrîş kirin, min şerpand wan, ew kuştin. Dawiya dawî wan şer qezenc kirin, min û xanimê bi birîndarî ji ber wan baz da, daristan ji wan ra hîşt.

Ev çar roj in ez û xanim êdî sibê zû diçin mesa xwe dikin û tên qahwa xwe vedixun.

Berê, dinya ne germ bû, em piştî danê nîvro derdiketin meşê. Lê ev çar roj in, ji ber ku hewa germ e, me rûtîna xwe guhert, em sibê saet li dora 0.8.00-09.00a ji mal dertên, diçin li dora du saetan dimeşin û tên mal.

Sibê zû dinya hinekî honik e.
Vê sibehê jî me eynî tişt kir. Min pantorê kin û îşligê pîqut li xwe kir û me berê xwe da herêma Flottsbro, nav daristanê.
Piştî em hinekî meşiyan kelmêş li me hatin hev, li ser me bû vingîna wan.

Çimkî do bi şev baran barî bû, kelmêş pir bûbûn. Me qet bîr nebir ewê kelmêş pir bin.

Em bi nigê xwe çûn ketin nav kulmozka kelmêşan, fîstanê pîdirêj li xanimê bû, zirara wê hindik bû, êrîşê ruyê wê dikirin.

Lê malik li min viritandin. Ji ber ku pantorê min kin û îşligê min pîqut bû, hal di min nehîştin.

Wan êrîşî min kir, min ew kuştin. Wan êrîş kir, jan bi canê min xistin, min digot şelp, ew dikuştin. Ni gên min, dedstên min di xwînê da man. Bi şîrmaqa min her dera xwe sor kir.

Dawiya dawî me revî revî ji nav daristanê baz da. Evy ek ji me ra bû derseke baş, careke din tobe, em hew dikevin feqeke wer, bi kuştinê dawî li kelmêşan nayê, ya baş meriv heza xwe ji kelmêşan bike.

Hin însan jî hene wek kelmêşan e, dibê meriv ji wan jî xwe biparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE