07 juni 2021

Wer xuya dike tilîya Tirkiyê di vê qetlê da heye


Serfermandarê pêşmerge Qadir Xoranî

Li ser şehîdkirina 5 pêşmergeyên li çiyayê Metîna hin agahiyên nuh û pir girîng belav dibin. Rengê bûyerê diguhere, berê bûyerê dikeve Tikriyê.

Fermandarê pêşmerge Qadir Xoranî di rojnameya Xwebûnê da gotiye ya balafira F-16 ya jî balavira bêmirov li wasiteya pêşmergan xistiye.
 
Pêşmergeyekî birînadar jî ev dîtina Qadir Xoranî teyid kiriye, wî jî li nexweşxanê gotiye ”şer neqewimî, ji hewa li wasîteya me xistin. ”


Gotina pêşmergeyê birîndar min jî di Rûdawê da gudarî kir, got ji hewa li me xistin, ya bala fir bû, ya fuze bû, ez nizanim.

Ji Xwe Rûdawê jî di xebera xwe ya pêşî da got ”di netîceya bombebaranê da 5 pêşmerge hatin şehîdkirin û çar jî birîndar bûn.” Dûra ev xeber guhert, got PKKê 5 pêşmerge şehît kirin.

PKKê di beyana xwe ya pêşî da got, wan teqeya balkişandinê li pêşmerge kirine, lê li zirpoşê nexistine.

PKK di beyana xwe ya do da jî dibêje gerîlayên wan li zirpoşê nexistine, ji bo zelalkirina bûyerê bira komîsyonek mişterek ya jî serbixwe were avakirin û bûyerê zelal bike. Ev pêşniyareke baş e, dibê qatilên vê qetlê derkevin, gelê kurd bizane kê ev qetil kiriye.

Fermandarê pêşmerge Qadir Xoranî di beyana xwe ya di Xwebûnê da wiha gotiye:

“Li gorî min ev kiryara terorîstî ya bi balafirên F-16 ya jî bi balafirên bêmirov ve ji aliyê hêzên terorîst yên li dijî pêşmerge pêk hatiye. Ev êrîşeke bi plan e, armanc ji vê êrîşê ew e ku di navbera kurdan de şer gurr bikin, kurdkujiyê pêk bînin û Kurdistanê wêran bikin.” 

Ev gotinên Qadir Xoranî gelkî muhîm in, dibê meriv li ser raweste.
Dema bûyer teze bû her kesî PKK rexne kir. Çimkî Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn di Rûdawê da got, ”PKKê kemîn danîye, şer derketiye, şer çend saetan ajotiye, du gerîlayên PKKê hatine kuştin û gelek çek û cebilxaneyên wan jî ketiye destê pêşmerge.”

Lê li gorî beyana pêşmergeyê birîndar û fermandarê pêşmerge  Qadir Xoranî bûyer ne wisa ye, şer di nabêna gerrîla û pêşmerge da derneketiye, ji hewa li wasiteya pêşmerge xistine û ew jî ya balafira şer e, ya jî balafira bêmirov e.

Dibê ser vê bûyerê neyê girtin, qatil kî ye, kê kiriye, PKK ye, Tirkiye ye baş zelal bibe. Li ortê du îdîayên sedî sed li dijî hev hene.
Bawerîya min jî wek ya fernandarê pêşmerge Qadir Xoranî ye, yanî balafira Tirkiyê ya bêmirov li wasiteya pêşmergeyan xist.
Du îhtîmal hene, ya bi şaşî lê xistin, gotin belkî PKK ye, ya jî bi zanetî lêxistin, ji bo ku PKKê û PDKê berra hev bidin. Tirk pir rehet viya dikin.

Di van rojên dawî da mesela birrîna daristanên Kurdistanê, pir mezin bû, li hemberî Tikriyê reaksîyoneke mezin çê bû, bi êrîşeke wiha xwestin rojevê biguherin, kurdan bi tiştekî din mijûl bikin, berra pêxîla hev bidin.

Birayê pêşmergeyekî şehîd jî di Rûdawê da bêyî ku nav bide Tirkiye îşaret kir. Osman Ocalan got tiliya Tirkiyê di êrîşê da heye. Yanî gelek kes tirkiyê îşaret dikin, bawerîya min jî ew e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE