07 juni 2021

Xenzîr heywanekî bi kêfa xwe ye

Du  kes ketibûn gewrîya hev, yekî digot xenzîr(beraz) kudika tîne, yekî digot na, xenzîr hêka dike.

Pir li ber hev dan, li hev nekirin, gotin rabe em herin ba xoce, ew çi bibêje emê qebûl bikin. Çûn ba xoce, gotin:

-Seyda, em li ser xenzîr hêka dike ya kudika tîne li hev nakin. Me şert girtiye, gotina me kîjanî rast be, ewê serê yê din bişkîne.

Xoce bala xwe dayê herdu jî totikvala ne, ewê hevdu seqet bikin. Got:

-Bisekinin ezê li kitêbê binêrim.

Xoce kitêb danî ber xwe, rûpel di ser rûpelê ra quliband, got:

-Heyra, hûn herdu jî rast dibêjin. Beraz heywanekî bi kêfa xwe ye, dilê wî bixwaze hêka dike, dilê wî bixwaze kudika tîne.

 

Yekî destbela bûye

Parsekekî li bajêr yek sekinand, sedeqeyeke jê xwest. Mêrik bala xwe dayê parsek pir perîşan e. Dilê wî pê şewitî, derxist 100 lîre dayê û dûra jî jê pirsî:

-Tu çima ket vî halî ?

Yê parsek got:

-Ji ber ku ez jî wek te destbela bûm, min bi qîmeta perê xwe nizanîbû.

Nimêja diz

Yê diz ji gundê cîran berxek dizî. Berx bir li ber kon girê da. Sujda xwe raxist, dest bi nimêja xwe kir. Bala xwe dayê xwediyê berx ji hember da tê. Bi êrifî deng li xanima xwe kir, got:

-Elahu hê, zû cilê bavêje ser berxê, xwedî wa ye ji wê da tê.

 

Azadî tuneye

Qerdîyan yê girtî bir qawîşa wî. Hefsîyên qawîşê xêrhatin lê kirin û dûra jî sûcê wî jê pirsîn, gotin:

-Ji bo çi tu hatî girtin ?

Mêrik got:

-Ji bo ku li vî welatî azadiya reqabetê tuneye.

Gotin:

-Me fêm nekir, tu dixwazî çi bibêjî?

-Min jî banknotên(perê) wek yên dewletê çap kir. Yê min bû sûc, ez hatim girtin, yê dewletê ne sûc e. Çapkirina pera ji wan ra serbest e, ji min qedexeye.

 

Mamosteyek çû

Di ser vebûna dibistanê ra çend hefte derbas bûbûn, mamosta sinifa yekê nexweş ket, mamosteyeka cîgir hat. Diya Rihanê xwest bizanibe rewşa keça wê li dibistanê çawa ye:

-Delala min, dibistana te çawa diçe, hûn ji mamosta xwe memnûn in ya na?

Rihanê got:

-Pir baş diçe. Me mamosteyek nexweş xist, şand malê, lê ya nuh hîn nexweş neketiye.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE