06 juni 2021

Dixwazin bi zulm û tahda bêsînor me ji pertav da bixînin

Serokê Tirkiyê Rece Tayyip Erdogan, li hemberî me kurdan û raqibên xwe, mixalifên xwe pir bêûjdan, bêbext û zalimane hereket dike, zulm û tahdayek nedîtî li me dike.

Ji bo ku tevgera kurd ya siyasî basko bikin, zeîf bixînin bi zalimî êrîşî kurdan dikin, qanûn manûnan nas nakin. Nahêlin em bîna xwe bigrin, çoyê wan wer di destê wan daye, gav û saetê dawdişînin me.

Heta ji mêrik tê terorê, zulmê zêde dike. Fena ku li gorî pêşniyar û şîretên Makyavell hereket dike.
Makyavell(Niccolo Machiavelli) wek bavê felsefeya siyasetê tê qebûlkirin.


Gelek şîretên wî li hukumdaran hene. Ji temî û şîretên wî yek jî wiha ye:

”Hukumdarê biaqil dibê hemwelatiyên xwe tim motajî xwe bihêle. Tenê ev rê kane wan bi wî ve girêdayî bihêle.

Li hemberî zextên sivik însan hewil didin heyfê bigrin, lê belê li hemberî zext û tahdeyên giran nikanin li ber xwe bidin. Gava hûn li yekî tahdê dikin, dibê hûn wer bikin, ew kes nikanibe heyfê bigire, îmkaneke wiha bi dest nekeve.”

Erdogan jî li hemberî kurdan eynî taktîkê dimeşîne, bi tahde û zulma hindik nayê serî, dixwaze kurdan bifetisîne, birçî bihêle, bêkar bihêle, di zindanan da birizîne. Ji bo ku kurd ji pertav da bikevin û nikanibin li ber xwe bidin.

Taktîka Erdogan ev 6-7 sal in li hemberî kurdan dimeşîne ev pêşniyara Makyavell e, ji bo ku kurd nikanibin serî hildin, nikanibin heyfa xwe bigrin her tahdê û her zulmê dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE