05 juni 2021

Werin dijmin bi xwe nekenînin !

Tirkiyê Kampa Mexmûrê bombebaran kiriye, sê siwîl kuştine. Li kampeke siwîla xistin sûcekî mezin e, sûcekî li dijî huqûq û qanûnên navnetwî ye. Neteweyên Yekbûyî dibê bêdeng nemîne, hesabê vê êrîşê ji tirkan bike
Lê tirk dikin, kesî bi tiştekî nahesibînin.
Çend roj berê Erdogan îşareta vê êrîşê da, got ewê kampa Mexmûrê ji navê bibin.

Ev êrîşên tirkan ne bes e, PKKê û PDKê jî dîsa xwîna hev rijandine. 5 pêşmerge hatine kuştin û 6 heb jî birîndar bûne.

Ji PKKê jî mirî û birîndar hene. Çend kuştî, çend birîndar in hîn nayê zanîn.

Heger tiştê di medyayê da tê gotin rast be, gerîlayên PKKê kemîn danîbin û ji nişka ve li wasiyeteya pêşmerge xistibin bêbextîyeke mezin kirine. Sûcekî mezin kirine, meriv birayê xwe nakuje. Hêvî dikim hedîsa ne wisa be. PKK li başûr şaşiyên mezin dike, dibê bi birayên xwe ra şer neke, bi wan r adi nava têkiliyê da be.
Bi bûyerên wiha kêfa dijmin bi xwe tînin. Tirkan welatê wan dagir kiriye, ji dêlî ku destên xwe bidin hev, bi hev ra şerê tirkan bikin, xwîna hev dirjînin. Ev ne tu aqil e, ev birakujî ye. Birakujî kufreke mezin e, qetle.
Lê em çi bibêjin jî peyve me pere nake. Her kes zane ev ne tu rê ye, 
malwêranîye.

Şerê kurdan xwe bi xwe felaket e, xwelîserî ye. Tarîxa me şahidê vê malwêranîyê ye.
Bi baweriya min pir ne dûr e tiliyê tirkan di vê êrîşê da hebe, dibê meriv li tirliya tirkan jî bigere.
Werin mala xwe bi destê xwe neşeitînin, xwîna hev nerijînin. Dijmin bi xwe nekenînin. Tiştê ji me tê ev e.

Lê em çi bibêjin jî pere nake, ewê bi ya xwe bikin. Ew bi kêfa xwe ne.

Para me jî tenê êş û qahr e, kezebreşîye.

XXX

Siyasetmedarên tirk bi gotinê, bi rexnekirinê nayên ser riya rast, dev ji neyartîya me bernadin.

Ji bo tirk xwe biguherînin dibê kurd nebin hevalên wan, nekevin nav partiyên wan, rayên xwe nedin partiyên tirk û kurdên bûne Tirkiyeparêz.

Çare dibê em ji bindestiyê xelas bibin, bibin xwedî dewlet; ji bo vê hedefê bixwbitin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE