04 juni 2021

Dev ji qehrê berdin, nebin hevalên tirkan !

Serok partîya Partîya Memleket(MP) Muharrehm Înce, li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derketiye, gotiye “kurdî ne li gorî pedagojiyê ye”.
Gelek kurd qeherî ne, Muherrem Înce rexne kirine.
Muharrem Înce tenê wiha nabêje, serokên tirk, siyasetmedarên tirk giş wiha dibêjin.
Heger wiha negotana zarokên me ewê nuha bi zimanê xwe bixwendana.

Bi darê zorê, bi lêdanê tirkî fêrî zarokên kurd dikin, ev pedagojîk e, lê perwerdeya bi zimanê zarokan ne pedagojîk e !
Ancax irqçiyek, neyarekî kurdan kane fikreke wiha biparêze.
Lê siyasetmedarên tirk giş wiha dibêjin.

Ma Erdogan dibêje kurdî li gorî pedagojiyê ye?
Ma Davutoglu, Babacan û Kiliçdaroglu pererdeya bi kurdî diparêzin, dibêjin em werin ser hokum emê kurdî bikin zimanê resmî?
Na, kes wa nabê, giş Muharrem Înce ne!
Pîvaz çi sor, çi sipî ferq nake, pîvaz pîvaz e; Înce, Erdogan, Davutoglu, Perînçek, Bahçelî, Kiliçdaroglu, Babacan ferq nake, hemû jî tirk in û dixwazin koka kurdan biqelînin, ji bo ku Kurdistan ji wan ra bimîne.
Ji dêlî qehrê, têkiliyên xwe ji tirkan qut kin, ji partiyên tirkan îstîfa bikin, nekevin nav partiyên tirkan.
Hûn giş wek navê xwe zanin tirk naxwazin mafekî netewî yê herî biçûk jî bidin kurdan.
Tirk dijmin in, welatê me dagir kirine û dixwazin me bihelînin, bikin tirk; hedîse ev e, her kes bi vê rastiyê zane.

XXX

Nizanim kê gotiye, lê kê gotibe jî rast gotiye:

”Heger zimanê te qedexeye û welatê te hatiye dagirkirin, li mala xwe bi zimanê xwe bipeyive. Qet nebe tu yê erdekî bi qasî mala xwe ji bin dagirkerkeriyê xelas bikî.”

Heger her kurd wiha bifikiriya, her kurd di mala xwe da bi kurdî bipeyivîya, zarokên xwe bi kurdî mezin bikira, zimanê me nuha di ber sikratê da bû.

Her kurdê xwe nas dike, dibêje ez kurd im û naxwaze bibe tirk, dibê mala xwe ji dagirkerîya tirkan xelas bike, ji mala xwe dest bi têkoşîna li dijî asîmîlasyonê û dagirkeriyê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE