28 juni 2021

Gelek sipas ji bo Weşanxaneya Avestayê !

 


Îro siûda min lêxist, kabê mîr hat, kitêbxaneya min bi çend kulîlkên nuh yên ji Weşanxaneya Avestayê dewlementir bû.

Bîstek berê derîyê me lêket. Min çû derî vekir. Min bala xwe dayê xortekî swêdî, yê tenikî dirêj, pakêteke DHL di dest da, got ev pakêt ya we ye. Min bala xwe dayê, pakêt ji Weşanxaneya Avestayê ye.

Jixwe min texmîn dikir ji Avestayê ewê ji min ra tiştek were. Min digot ewê kitêba Mesûd Barzanî, Bo Dîrokê be. Yanî ez li bende wê bûm.

Lê gava min pakêt vekir, min dît dostê minê hêja Abdullah Keskîn, camêr bi wê kitêbê ra çar kitêbên din yên bijare jî pê ra şandine. Tesadufeke balkêş e, min gelkî dixwest wan bixwînim. Fena ku camêr ya dilê min zanîbûye.

Di pakêta da ev kitêb hebûn:

1-Bo Dîrokê. Mesûd Barzanî
2-Nameyek ji Hindûyekî re. Lev Tolstoy
3-Koronatopîa Adem Warnas
4-Stranên Xwedê.Bhagavad Gita
5-Dewleta Cihûyan. Theodor Herzl

Gelek sipas ji bo vê dîyarîya pir hêja. Ez ne li bende hewqas kitêbên hêja bûm, bû surprîzeke xweş.
Ji bo vê dîyarîyê û qedirşînasiyê mala Abdullah Keskîn û xanima wî ava be, we îro ez kêfxweş kirim. Barek silavên ji dil ji Stockholma xopan...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE