28 juni 2021

Xwedê heqê min ji vê bapêşa pîs ra nehêle

Vê bapêşa pîs hîn jî pêsîra min bernedaye. Îro em mîvanê Mahmhmûd Lewendî û Muzeyen xanimê bûn, ji ber fişefişa min û ji tirsa ezê di hinekên din bigerînim em neçûn. Em ji şêwir û sohbeta hevalan mahrûm man. Xwedê heqê min ji bapêşê ra nehêle.

Tam ev serê mehekê ye ez bi vê bapêşeke zuha ketime, jê xelas nabim. Berê min xemsarî kir, min got de tişt nabe, bapêşe ewê derbas be, lê her ku çû xerabtir bû.

Pozê min xetimîye, nikanim xweşikî bîna xwe bigrim. Çar roj berê çûm ser tuxtor, camêr ez miayene kirim, got ne koronaye, lê pozê te îltîhab girtiye.

Hebeke bi navê Rinexin 50 mg da min, ev çar roj in dixum, lê hîn tu fêda wê çê nebûye.

Dibêjin mêş ne tişteke, lê xwarinê diherimîne, madê meriv jê digerîne. Ev bapêşa pîs jî bû sebebê ez îro ji şêwra hevalan bimînim.
Nêta min heye dîsa telefonî tuxtor bikim, hela ka çi dibêje, belkî dermanekî hîn bi tesîr bide min.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE