27 juni 2021

Serokên El Qaîdê û Daîşê bûne hemwelatîyên Tirkiyê

 

Fermandarî El Qaîdê Manar Al Shamî

Rojnamevana emerîkî Lindsey Snell gotiye Tirkiye nasname dane serokên Daîşê, el Qadî û Nusrayê û fermandarê El-Qaîde ManarAl-Shamî ya tirk belav kiriye. Li gorî îdîa Snell gelek serokên El Qaîdê, Daîşê, Nusrayê bûne hemwelatîyên Tirkiyê.

Ev ne keşfeke nuh e, her kes bi viya zane. Ne tenê nasname dane wan, bûne hemwelatiyên Tirkiyê, sedîsed bi navên tirkî pasaportên dîplomatîk jî dane wan.


Çiqas serok û giregirên Daîşê, El Qaîdê, Nusrayê û gelekên din hene, hemû li Tirkiyê di bin emrê artêşa tirk, MITê û Erdogan da ne.

Amerîka, Rûsya, Nato, Yekîtiya Ewrûpayê giş bi viya zanin, belkî edresên malên wan jî zanin. Lê ji ber ku bênamûs in û ji tirkan ditirsin dengê xwe nakin.

A va ye jinikê belge belav kiriye,  lê dîsa jî ewê tiştekî nekin. El Bexdadî di himêza artêşa Tirkiyê da kuştin, ma tiştek bi tirkan kirin, gotin çima we veşartiye?
Na, negotin. Newêrîbûn ji Erdogan ra bigotana çima we ev qatil weşartiye?

Bêyî Tirkiyê terorîstên îslamî nikanin li tu welatekî din bisitirin, welatê dest dide ber wan, wan vedişêre û xwedî dike tenê Tirkiye ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE