26 juni 2021

Serpêhatîya mihê, şêr û gur

Koçeran ba kiribûn, mihîyek li şûna waran mabû. Mihê da rê û çû. Pir çû, hindik çû, gihîşt mêrgekeke pir xweş.

Mihê mêrg ji xwe ra kir war û lê za, cotek berx anîn.
Rojekê mihê dît wa ye şêrek ji hembar tê. Şêr ji mihîyê ra got:
-Tu çima li vê mêrgê diçêrî?
Mihê got:

-Ez û berxikên xwe bi saya serê te siltanê heywanan di vê mêrgê da diçêrin.

Kêfa şêr ji vê gotina mihê ra jêr ra got:
-Ji kesî metirse, ez li pişta te me. Tu û berxikên xwe bi kêfa dilê xwe biçêrin.
Şêr wiha got û çû. Çend roj derbas bûn, rojekê mihê dît gurek hat. Gur ji mihê ra got:
-Ma tu nizanî ev mêrga min e, çima bêyî haya min tu di mêrga min da diçêrî?
Mihê got:
-Ev mêrg, mêrga şêr e, min jê destûr girtiye.
Gur bi hers got:
-Na, mêrga min e, ji dêlî çêra we, ezê berxên te bixum.
Û rabû her du bex xwarin û ji mihîyê ra got:
-Careke din ez te li vir bibînim, ezê te jî bixum.
Piştî vê gefa xwe, gur da rê û çû.
Demek derbas bû şêr hat. Mihê hal mesele ji şêr ra got. Şêr got:
-Ezê xwe di pişt vî kevirê han da veşêrim, gava gur hat û got ev mêrga min e, tu yê bibêjî na, ev mêrga şêr e. Heger qebûl nekir, got na mêrga min e, tu yê jê ra bibêje, sê gavan berbî vî kevirê han ve bavêje û bibêje bi vî kevirî, ev mêrga min e, sê caran pê sond bixwe, ezê qebûl bikim. Dûra tu çi dikî, bike.
Gur jixwe minêkarê tiştekî wiha rehet bû. Got baş e û ji bo ku sond bixwe, berbî kevir ve çû û got:
-Ev gavek, ev du gav û ev jî sê gav…
Lê di gava sisiyan da çavê bi çavê wî bi çavê şêr ket, di cî da sekinî, lepê xwe da ser sînga xwe û got:
-Bavo, wele ez bextê xwe xera nakim, ev mêrga şêr e.
Çaxa gur wiha got, şêr ji paş kevir derket û berbî gur ve çû û jê ra got:
-Gurê boz, fêlbaz, heta nuha mêrga te bû, lê nuha bû mêrga min. Çimkî te z li pişt kevir dîtim. Lê dema te berxik xwarin ev ne mêrga min bû, mêrga te bû.
Şêr wiha got û dûra jî lepek li gur xist û ew li erdê kir term. Bi vî hawî mihî xelas bû.
Xemîşoka min li dîyara, rahme li dê û bavên guhdaran, bêyî yên fesad û gelacan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE