25 juni 2021

Yekîtiya Ewrûpayê teslîmî tirkan bûye

Em ji pêşiyên xwe gazinan dikin, em dibêjin çima hîştin tirk welatê me dagir bikin?
Feqîran bi dehan car serî hildan, xwestin wan ji welatê xwe derxin, lê nikanîbûn bi wan.

Lê tirkan ne Kurdistan tenê, Tirkiyeye îro jî giş ji bîzansîyan, ji yûnanan, ji ewrûpiyan sitendin û ji xwe ra kirin welat.

Tevayîya ewrûpiyan nikanîbûn Stenbol û Tirkiya îro ji destê tirkan xelas bikin. Ewrûpî giş teslîmî tirkan bûn û welatekî wek cinetê ji tirkan ra hîştin.

Tirk him bûn xwedî welat, him jî bi milyonan yûnan û balkanî celî ser Yûnanîstanê kirin.

Nuha jî 27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo ku tirk zêde wan neêşînin, Ewrûpayê li wan nekin dojeh her sal 4-5 mîlyar euro xûgiyê didin tirkan.

Tirk çi çavsoriyê, çi terorê, çi sûcî dikin jî Yekîtiya Ewrûpayê çavê xwe jê ra digre û Erdogan bertîl dike.

Serokên Yekîtiya Ewrûpayê biryar dane, micadela li dijî terorê jî di nav da, ewê di her warî da bi Tirkiyê ra hevkariyê bikin û alîkariya aborî bidin Tirkiyê.

Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiye ewê bi hev ra li dijî TERORê micadelê bidin (!)

Zarok jî, dîn jî bi viya dikene.

Kuro bi hezaran terorîstên îslamî bûne leşkerên Tirkiyê, ma tirk ewê li hemberî leşkerên xwe şer bikin?

Tirkiye bûye hêlîna terorîstan, El Bexdadî di himêza tirkan da hat kuştin. Her kes zane serok û mezinên terorîstên îslamî giş li Tirkiyê wek mîran dijîn. Terorîstên îslamî Erdogan wek bavê xwe dibînin.
Tirkiye li pişt Îxwan e, li pişt Hizbulah e, li pişt çeteyên Daîşê ye. Sedat Peker bi xwe dibêje Tirkiye bi terorîstên Daîşê ra tîcareta petrolê dikir, sîleh dida wan. Ewrûpî vana gişan zanin, lê ji tirsa tirkan newêrin bibêjin.

Ji bo ku ser xûgiya didin Erdogan binixumînin derew merewan li hev radigrin, dibêjin nizanim alîkariya çi didin Tirkiyê. Alîkarî, malîkarî tuneye, tiştên didin Tirkiyê xûg e, ji bo ku tirk Ewrûpayê li wan nekin dojeh.
Heger Ewrûpî bixwazin kanin tirkan bifetisînin, kanin tiliya xwe li çavê wan xin, lê newêrek in, berê jî nekirin, nuha jî nakin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE