29 juni 2021

Çima te berê negot?

Mêrikê gundî çû ba muxtarê gund, jê ra got:

-Muxtar, ma tu zanî bixwînî ?

Muxtêr got:

-Çawa nizanim, çi ye, ka bibêje…

Yê gundî ji bin çengê xwe kaxetek derxist û da muxtêr, got xêra xwe viya ji min ra bixwîne.

Muxtêr kaxet vekir, dest bi xwendinê kir. Piştî pirsiyara li hal û xatir, hûn çawa ne, baş in, yê gundî got:

-Muxtar, tu şaş dixwînî, kaxeta di destê te da ye sened e, ne name ye.

Muxtêr got:

-Ê malava, çima te berê negot ? Te gotiba min jî xelet nedixwend.

 

Tesîra derziyê

Mêrik nexweş bû. Tuxtor her roj derzîyek li kulêmeka wî dixist. Rojekê ji xanima xwe ra got:

-Hurme, vî tuxtorî ez kuştim, ji ber êşa derzîyan nema kanim rûnim.

Jinikê got:

-Ê heger tu nikanî rûnî, xwe dirêj ke.

 

Jimar jî biha bûne

Têcirekî deftera xwe ya deyna biribû mal û hesabê xwe çêdikir.

Lawekî wî yê biçûk hebû. Lawik diçû sinifa 5a. Têcir ji lawê xwe pirsî, got:

-Pênc cara heyşt dike çend?

Lîwik got:

-Dike çel û pênc.

Mêrik matmayî ma, got:

-Wey siphanela, jimar jî biha bûne, berî herbê pênc cara heyşt dikir çel…

 

Têlgiraf

Yekî têcir ji bo karekî demek bû ji mal çûbû, Vegera wî bi derengî ket. Xanima wî bêrîya wî kir, rabû jê ra têlgiraf şand, got zû were mal.

Mêrik çer têlgiraf girt, yek nekir dudu, li hespê xwe siwar bû û berê xwe da mal.

Hespê wî bi rê ve ji kêfa dilîst, dida çindik û çargavîya, bi vegera malê kêfxweşîya xwe nîşan dida. Mêrik kenîya, ji hespê xwe ra got:

-Malava, têlgiraf ne ji te ra ye, ji min ra ye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE