01 juni 2021

Ereb li dijî dagirkerîya Îsraîl derdikevin, lê ji dagirkerîya tirkan ra dilîrînin !

Serokên ereban, hêzên îslamê yên ereb tenê xurtên Îsraîl û me ne, giş wek egîdan xwe li Îsraîl û li kurdan radikşînin, gotinên herî giran ji Îsraîl ra dibêjin. Dibêjin Îsraîl erdê me dagir kiriye.

Tirkiyê deh qatî li Îsraîl erdê wan û kurdan dagir kiriye, dengê xwe nakin, nabêna xwe bi tirkan ra xera nakin. Ji tirkan ra nabêjin we erdê me dagir kirye. Dibin leşkerên tirk, şerê me û welatê xwe dikin û erdê xwe didin tirkan. Erdogan û tirkan didin ser serê xwe.
Bêxîretiyeke ji viya mezintir tuneye. 


Ereb giş dibêjin Îsraîl erdê me dagir kiriye, heta ew ji erdên dagirkirî venekişe em pê ra têkliyê danaynin.

Lê eynî ereb, eynî serokên ereb, eynî dewleta erebî, eynî filistînî, eynî îslamî li hemberî dagirkeriya Tirkiyê dernakeve, dijminatiyê bi tirkan ra nake, nabêje we erdê me dagir kiriye, kes şerê tirkan nake.
Tirkiyê herî kêm çar caran li Golanê erdê Sûriyê dagir(Kurdistana rojava)dagir kiriye.

Lê ereb ji Îsraîl ra dibêjin dagirker, dixwazin Îsraîl ji erdê ereban vekişe, lê ji Tirkiyê daxwazeke wiha nakin.
Dewleteke ereb, Daîş, El Qaîde, Nusra, Hizbula, Hamas kes ji Tirkiyê ra nabêje te erdê Sûriyê, Îraqê dagir kiriye, derkeve !
Lê ji Îsraîl ra dibêjin.

Filistînî, ereb, hêzên îslamî giş ji ber Qudsê ji Îsraîl ra dibêjin dagirker, lê eynî filistînî û ereb bi tirkan ra wek bira ne, li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya erdê Sûriyê û Îraqê dernakevin, tew qala tiştekî wiha jî nakin.
Tirkiyê 5-6 caran li erdê Qudsê erdê Îraqê(Kurdistana başûr)dagir kiriye.

Ne filistînî û ne jî welatekî ereb li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê dernayê, xwe ji tirkan aciz nake, nabêje ji ”erdê Îraqê û Sûriyê” derkevin.

Mêraniya ereban tenê ji Îsraîl ra heye, tenê xurtên Îsraîl in.
Lê tirkan deh caran li erdê Îsraîl girtiye, li Îraqê û li Sûriyê dagir kiriye, ereb li tu derê li dijî vê dagirkeriya Tirkiyê dernayên, meselê nabin Neteweyên Yekbûyî, têkiliyên xwe bi Tirkiyê ra xera nakin.

Yanî tirk çi bikin jî ereb newêrin tiştekî ji wan ra bibêjin, tenê xurtên yahûdîyan û me ne. Şerê me û yahûdiyan dikin.

Hêzên îslamî yên ereb, ji El Qaîdê bigire hetanî bi Daîşê û Nusrayê giş bûne xulam û çekdarên tirkan û li ser navê tirkan şerê me dikin.

Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî û gelek derên din dagir kirin û dan tirkan. Ji dagirkeriya tirkan ra li çeipikan dixin, bi tirkan ra didin alîkar.
Tirkan berra ser xwe didin. Fena ku meriv namûsa xwe bi destê xwe pêşkêşî xelkê bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE