01 juni 2021

Dawiya siyaseta bi tirkî ev malwêranî ye

Vî serê sibê dîsa xemgîn bûm, derd û kulên dilê min dîsa tev rabûn. Jixwe der û kulên dinyayê giş bûne para me kurdan, yek ji yekê ra dibêje wê da, cî bide min...

Xortekî bi navê Mistefa Acar gotiye, li Diyarbekrê li herêma Baxlera vê sibehê ew bi kê ra bi kurdî peyivîye bi tirkî bersîv dane wî.

Ne ku heya min ji vê felaketê tuneye, ez zanim rewş ev e, lê axirê gava meriv ji devê hinekên din dibihîze, dîsa jî dilê meriv dibêje kiz, meriv pê xemgîn dibe.


Problem êdî gelek kurd xwe tirk dibînin, ji bo wan tirkbûn ne tiştekî şaş e.
Dema însan xwe kurd nebîne, ji zimanê xwe hez neke bi kurdî napeyive.
Piraniya kurdan tirkîtî qebûlkirine, xwe tirk dibînin, lema jî bi tirkî dipeyivin.
Siyasetê kanîbû rê li ber tirkbûna kurdan bigirta, lê ji dêlî nehêle kurd asîmîle bibin, bibin tirk, wan ji dewletê bêtir kurd helandin, şiûrê kurdayetiyê bi kurdan ra kuştin û kurd kirin tirk.

Gelo mimkûn e siyaset bikanibe kurdan li kurdayetiyê vegerîne?
Pir zor e, hema hema ne mimkûn e, kesê carê asîmîle bûne, hew vedigerin kurdî. Dar bi terrî xwar dibe, însan bi zaroktî perwerde dibin.

Hûn çi bikin jî êdî hûn nikanin civata kurd bînin qeysa berê, dibê berê, 30, 40, 50 sal berê we kurd nehewesandana tirkî, hûn bi kurdan ra bi tirkî nepeyivîyana, we kurdî bikira ziamnê malê, bazarê, siyasetê, we axaftina tirkî şerm bidîta, we axaftina kurdî, nivîsîna bi kurdî bikira kultureke siyasî.

Siyasetmedaran, ronakbîran, mezin û rîsipiyên kurdan ev nekirin, di ser da wan bi xwe kurd mecbûrî fêrbûn û axaftina tirkî kirin.

Ji bo wê jî heger nuha li Diyarbekrê li taxa Baxlera kesê bi kurdî bipeyive tuneye parek mezin sûcê siyaseta kurda ye, ev yek berhem û mêweyê siyaseta kurdan ya malwêran e. Hema heta ji we tê bi twîttan qala vê felaketê bikin, ji kurdan gazinan bikin, biqeherin, bigrîn, haho bikin, pere nake, hasil çûye mûsil, tirk bi alîkariya siyasetmedarên kurd bi ser ketin, piraniya kurdan kirin tirk.

Dibê meriv li ber xwe bide, li dijî asîmîlasyonê çi ji desta tê bike, rûnê rijyaye erdê, ji axê çi xelas bibe baş e. Lê em çi bikin jî em nikanin vî rûnê rijyayî gişî xelas bikin, dibê me rûnê xwe nerijanda. Sûc yê me ye bira, xeta xwar ji gayê pîr da ye.

Mezinên kurdan, siyasetmedar û serokên kurdan, kurd xistin vî halî. Dibê bizanîbûna dawiya siyaseta bi tirkî felaket e. Dawiya nivîsa bi tirkî, telewîzyona bi tirkî felaket e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE