31 maj 2021

Îro me wexta xwe da bîstanê xwe

Min û xanimê ji karê hewşê û bexçe nuh pişta xwe rast kir.

Li mala me gelek bizrên sebze, hişnayî(pel û pincar) û çîçekan hebûye, haya me jê tunebû. Em îro bêhemdî lê rast hatin.

Îra me mexzena xwe hinekî paqij dikir, me hin qirqafên ne lazim, cî li me teng kirine avêtin.

Di vê nabênê da em rastî kîsikên bizran hatin. Fasûliyê hişin, gêzer, rocola, tûzik, çîçek me giş çandin.

Belkî ev 40 sal e min tûzik nexwariye. Heger hişin bê emê pê xenê bibin.

Lê hevala wê, bendik tuneye, bendik jî heba ewê baş ba.

Fena ku tûzik û bendik xwehên hev bin, çimkî navê herduyan tim bi hev rat ê gotin. Dibe ku li ba hev jî hişin tên…

XXX

Ev 8 roj in min kitêba xwe ”Stirîyên me” şandiye ji Înan Ergolu ra. Min îro jê pirsî, got hîn nehatiye. Ez bawer nakim here bigîhê destê wî. Tirkiye ne welatekî çete ye, garantiya tu tiştî tuneye.

Berê jî hatiye serê min. Ezê çend rojên din jî bipêm, heger negire, maneya xwe kitêb çû.

Ez nikanim tqaîb jî bikim, çimkî min bi teahut(rekomend)neşandiye, bin wek posta normal şand. Posta teahud ji bo kitêbeke 100 g. 25 euro heqê şandinêye. Yanî ecêb buhaye. Lê xwezî min bi teahud şandiba, çû, min şaşî kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE