31 maj 2021

Sê sal in Tirkiye daristanên Kurdistana başûr dibirre

 


Serokê Îraqê Berhem Salih, xwedêgiravî nûnerê miletê kurd û Kurdistanê ye. Li ser navê kurdan bûye serok.

Wezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husên, xwedêgiravî nûnerê miletê kurd û Kurdistanê ye. Ew jî li ser navê kurdan bûye wezîr.
Lê fêdeya herduyan jî bi qasî serê derziyê jî ji kurdan ra tuneye. Meriv nizane Fûad Husên heye ya tuneye.
Xwedêgiravî li Kurdistanê hukûmetek heye, lê wek ku tunebe. Hukûmetê talana Tirkiyê bi dizî girtiye, haya medyayê, bîr û raya civatê pê nexistiye. 

Tirkiye li ber çavê hukûmeta Kurdistanê, li ber çavên Berhem Salih û Fûad Husên Kurdistanê dagir dike, wêran dike, ev sê sal in daristanên Kurdistanê dibirre, bi qamyonan dikşîne Tirkiyê. Lê ji Berhem Salih û Fûad Husên deng dernayê, herdu jî li vê talan tirkan temaşe dikin.

Diyar e bi dilê wan e jî, heger ne bi dil wan bûya ewê li dij derketana, tiştek bikirana.

Tirkiyê 40 km rê biriye nava Kurdistanê, leşkerên tirk qefle bi qefle diçin li nava gundan digerin. Tirk sê sal in daristanên Kurdistanê dibirin û dibin Tirkiyê, hukûmetê ev yek bi dizî girtiye. Di 2018a da dest bi birrîn û birina daran kirine, yanî hedîse ne nuh e, hukûmetê ev yek bi dizî girtiye.

Leşkerên tirk êdî bûne wek ehlên cî, bûne leşkerên xwemalî. Derên, herêmên pêşmerge lê tuneye, nikane herê, leşkerên tirk lê hene.

Herêmên tirkan dagir kirine, daristana dibirrin, riyan lê çê dikin, pêşmerge nikane herê, kes nizane tirk çi dikin, çiqas daristan birrîne.

Eşkere bû tirkan ne nuha, 3 sal berê dest bi talana daristanên Kurdistanê kirine, hukûmeta Kurdistanê heta nuha ev talan bi dizî girtiye, haya kesî pê nexistiye, bi rengekî resmî ji Îraqê ra nehatiye gotin, alîkarî nehatiye xwestin.

Ev sê sal in tirk daristanên Kurdistanê dibirrin, daran dibin Tirkiyê, hukûmeta Kurdsistanê medya kurdî, milet, dinya pê nehesandiye.

Tirkiye 40-50 km ketiya nava Kurdistanê, daristanên Kurdistanê talan dike, bi qamyonan daran dikşînin Tirkiyê, hetanî nuha wezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husênê kurd û nûnerê kurdan li dijî vê dagirkerîyê û talana Tirkiyê tiştek nekiriye, li dij dernektiye, dinya pê nehesandiye.

Meriv dibêje belkî wezîrê karên derve yê Îraqê tuneye, meriv dibêje belkî xeyabane ye.

Hukûmeta Kurdistanê, serokê Îraqê Berhem Salih, wezîrê karên derve yê Îraqê Fûad Husên, PDK, YNK sûcdar û şirîkên Tirkiyê ne, çimkî li hemberî dagirkerî û talana Tirkiyê qet tiştekî nekirine, heta gelek talanên Tirkiyê veşartine, bi dizî girtine. Lema jî ew jî sûcdar in, dibê hesab ji wan were pirsîn.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE