30 maj 2021

Çima em hewqasî qelaw bûn ?

Berê em hewqasî ne qelaw bûn, çima me hewqas kîlo li laşê xwe zêde kir?
Dema meriv li rismên însanan yên 40-50 sal berê dinêre, jin, mêr, kal, pîr, xort, navsale her kes ji îro 20-40 kg zeîftir e. Yanî 40-50 sal berê her kes ji kîloyên xwe yên îro bi kêmanî 30-40 kg zeîtir bû.

Her kes kane li rismên xwe yên 30 sal, 40 sal, 50 sal berê binêre, ewê vê rastiyê bibîne.


Yanî mirovên berê her kes ji yên nuha pir zeîftir bûn; çi xort, çi jî kal û pîr, giş wek şitlan, wek tak rihan bûn.

Lê nuha piraniya însên li ser hev gerîya ye, qelawîyeke fahiş heye. Ev yek li Ewrûpayê jî wisa ye.

Nifşên nuha, keç û xortên  nuha jî li gorî yên 40-50 sal berê pir qelaw in.

Însan di nava 40-50 salî da çima hewqasî qelaw bûn ecêbeke mezin e.

Erê tesîra hebûnê, halxweşiyê heye, li gorî 40-50 sal berê însan kanin zêde bixwin. Lê dîsa jî 30- 50 kg ferq pir e, însan bûne hût.

Gava meriv bala xwe dide rismên di medyaya sosyal da belav dibin, meriv yekî ne qelew nabîne.

Bi taybetî jî peya pir qelaw bûne. Jinên qelaw bi piranî jinên mala ne, ew jî pir qelaw bûna.

Di sala 1980î da dema ez hatim Swêd ez 51 kîlo bûm. Nuha ez 66 kîlo me, min 15 kîlo li xwe zêde kiriye. Û ez jî ne qelew im, li gorî gelekan ez zeîf im. Lê dîsa jî 15 kîlo girantir bûme...

2 kommentarer:

  1. Tevger çûn û hatin nemaye heyran... Mesele ev e ez dibêm.

    SvaraRadera
  2. Gelek sebeb hene. Lê axir sebeb çi bin jî em bûne du qatên xwe, zik li gelek kesan bûye teyşt.

    SvaraRadera

PARVE BIKE