02 juni 2021

Meriv dest nebe xwe dijmin çavê meriv derdixe

Di 27ê gulanê da Rûdawê li ser birrîna daristanên Kurdistana başûr ji alî Tirkiyê ve bi vîdeo xeberek belav kir.

Li gorî xebera Rûdawê belav kiriye zêdeyî salekêye Tirkiye daristanên Kurdistana başûr dibirre, bi riya çend şîrketan darên dibirrin dibin li Tirkiyê difroşin.

Li gorî xebereke din Tirkiye ev 3 sal in vî karî dike, lê hukûmeta Kurdistanê ev yek bi dizî girtiye, medya pê nehesandiye.

Tirkiyê di nav axa Kurdistana başûr da ji bo leşkerên xwe 3 rê çê kirine. Ji riyan yek 40 km biriye nava axa Kurdistana başûr. Li 36 ciyan qereqol û binkeyên leşkerî çê kirine.

Heft roj di ser xebera Rûdawê ra derbas bûne, hîn ne ji serokwezîr Mesrûr Barzanî, ne ji serokê hukûmetê Nêçîrvan Barzanî, ne jî ji Mesûd Barzanî li hemberî vê talana tirkan deng derneketîye, hîn beyanek nedane, negotine çima heta nuha ew bêdeng bûne?

Rojnamevanek jî nikane here bi pêxîla Besrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Barzanî bigre, li ser vê talana tirkan çend pirsan ji wan bike. Ji dêlî wan, kesên dereca sisiya, çaran dipeyivin, beyana didin, lê ji Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî û Mesûd Barzanî deng dernakeve.

Rejîmeke wiha dîktatoriyeke pir xerab e, ji Tirkiyê jî xerabtir e, li Tirkiyê rojnamevan ji Erdogan dipirsin, lê li Kurdistanê kes newêre ji berpirsiyaran pirsekê jî bike.
Li hemberî tiştê bûye meriv matmayî dimîne, nikane bawer bike.

Felaketeke mezin hatiye serê miletê kurd û em giş jî lê temaşe dikin. Mêrika Kurdistan teslîmî tirkan kirine, lema tirk çi dikin jî dengê xwa nakin

Heger li dijî vê dagirkeriyê û vê talana tirkan bûna ewê dengê xwe bikirana.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE