03 juni 2021

Rexne bi êşê ra eynî wezîfeyê dibîne

Tehemula hin kesan ji tenkîdê(rexneyê)ra qet tuneye, li hemberî tenkîdeke herî biçûk jî radibin tapana, xwe pir aciz dikin.

Dibê meriv hewqasî ne bînteng be, xwe ji tenkîdê aciz neke, jê aqil û fêdeyê bigire.

Heger ez rast bim û her kes jî wek min bifikire, wê demê li dinyayê tiştekî çewt, şaş tuneye. Ev jî şaş e.

"Hegeger hûn dixwazin bi merivekî kamil ra bibin dost tenkîd bikin; heger hûn dixwazin bi merivekî basît ra bibin dost meth bikin."

Sadî Şîrazî

"Merivê basît bi tenkîdeke herî biçûk dîn dibe, merivê biaqil ji fikrê kesê wî tenkîd dikin, kesên bi wî ra minaqaşe dikin fêdeyê digre."

Elbert Hubbert

Hîcîva baş, dibê wek jilêtek tûj be, dema te avêtê dibê bi şiklekî pê nehese, xuya neke birîn bike.

Lady Mary Montagu

"Tiştê me bi kûçikan ra dike dost, ne sadiqî ya jî şîrîniya wan e, ji bo ku ew me tenkîd nakin."

Sydney Harris

”Rexne belkî ne tiştekî xweş e, lê belê hewceye, bi êşê ra eynî wezîfeyê dibîne; çimkî êş jî meriv ji hebûna arizeya di bedenê da xeberdar dike.”

William Churchill

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE