Pûlisê trafîkê mêrik sekinand, got:
-Ji kerema xwe ehlîyeta xwe derxe, ezê lê binêrim?
Mêrik got:
-Wele yê we jî ne karê aqil e ! Hefta çû we ehlîyeta min ji min girt. Nuha jî te bi gewrîya min girtiye, tu ehlîyetê ji min dixwzî. Ma bi ya te çend ehlîyetên min hene?
Di ser vebûna dibistanê ra çend hefte derbas bûbûn, mamosta
sinifa yekê nexweş ket, mamosteyeka cîgir hat. Diya Rihanê xwest bizanibe rewşa
keça wê li dibistanê çawa ye:
-Delala min, dibistana te çawa diçe, hûn ji mamosta xwe
memnûn in ya na?
Rihanê got:
-Pir baş diçe. Me mamosteyek nexweş xist, şand malê, lê ya
nuh hîn nexweş neketiye.
Ellahû yek bir !
Kebanîya malê kufteyên(kutlikên)ji beroşê derdixistin dixist
lengerîya li ber beroşê. Mêrik jî nimêja muxrib dikir. Dema pişta jinikê ket
kufta, pisê dada yekê û çû. Jinik pê nehesîya.
Bîstek derbas bû, pisikê kufteyek din jî bir, xanim dîs pê
nehsîya.
Dilê mêrik dişewitî, lê li ser nimêjê bû, nedibû li ser nimêjê
bipeyive û nimêja xwe betal bike.Dema serê xwe ji ser sujdê rakir, ji dêlî bibêje
”ellahûekber”, ji xanima xwe ra bi êrifî got:
-Ellahû yek bir, ellahû yek bir !
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar