03 juni 2021

Gur kulikê şivên nas kiriye

 


Dema gur ji şivên netirse, pêşiyên me gotine “gur kulikê şivên nas kiriye.”
Yanî heger şivan yekî xewar be, baş li pezê xwe ne miqate be, kûçikên wî ne gurxenêq bin, gur bela xwe ji pezê wî venakin, bêtirs bi wî kerîyê wî dikevin.
Çimkî zanin talûke tê tuneye, kerîyekî bêxwedî ye û ewê vala venegerin.
Mesela me û tirkan jî eynî tişt e...

Heger tirk ji kurdan û ji ereban bitirsîyana, bizanîbana ewê li zirarê derkevin, Kurdistana başûr û rojava dagir nedikirin, 36 qereqol û binkeyên leşkerî li Kurdistana başûr çê nedikirin, daristanên Kurdistanê talan nedikirin.

Ji bo ku tirk natirsin, ji bo ku zanin ew çi bikin ewê ji wan ra bimîne, çiqas erd dagir bikin ewê li xwe bihelînin, lema li Kurdistana başûr riyan çê dikin û beşekî başûrê Kurdistanê gav bi gav bi Tirkiyê ve girê didin.

Tirkan biyara xwe dane, dixwazin qismekî Kurdistana başûr wek Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî bi Tirkiyê ve girê bidin.

Hedefa wan heta ku ye ez nizanim, lê tiştê xuya dike êdî ji başûr dernakevin û beşekî kurdan jî bi vê dagirkeriya wan ra ne, lema jî qet dengê xwe nakin

Tirk ewê viya bikin, çimkî dibînin pir rehet e, ji wan ra dimîne.

Di vê meselê da du sebebên bêdengiya Îraqê heye, ya wan û tirkan di bin ra li hev kirine, dixwazin bi vî hawî Kurdistana Federe têk bibin.

Ya jî wek min li jor got, tirk natirsin, zanin çiqas ered dagir bikin jî ewê ji wan ra bimîne. Û PDK jî kirine hevalên xwe. Ya na ewê dengê xwe bikirana. Şêla PDKê, YNKê û hêzên îslamî li hemberî vê zulm û talana Tirkiyê rûreşiyeke nedîtiye, kurdan tu carî xwe hewqasî pîs nekirine.
Li başûr yek PKKyî jî nemîne tirk ji wir dernayên, erdên girtine nadin. Jixwe tirk dixwazin PKK li wir be, hetanî tam digihîjin armanca xwe.

Lê tirk nikanin eynî tiştî li hemberî Îranê bikin.

Di nava sînorên Îranê da PKK û 10 Qendîl hebin jî Tirk nikanin bihostekê têkevin nava axa Îranê, nikanin di nav axa Îranê (Kurdistana rojhilat) da qereqolan lêkin, bi salan li wir bimînin. Nehêlin Îran herin erdên dagir kirine.

Tirk nikanin daristanên  Kurdistana rojhilat talan bikin.

Tirk nikanin gundan li Kurdistana rojhilat vala bikin û kurdan mecbûrî koçberiyê bikin.

Çimkî zanin Îranê devê wan biçirîne, lema jî qet bela xwe di Îranê nadin. Qet axa Îranê bombebaran nakin, qet derbasî nav sînorên Îranê nabin.

Lê Kurdistana rojava û başûr, erdê Sûriyê û Îraqê bêperwa dagir dikin, ji bo ku zanin kurd nikanin bi wan û ereb bêxîret in, ewê şerê wan nekin.

Derên tirkan dagir kirine, pêşmerge nikane here wir, leşkerên Îraqê nikanin herin wir. Kurdis nikanin herin daristanên birrîne kontrol bikin. Tirk destûrê nadin. Ev rûreşiyeke mezin e, tirkan welatê wan li wan qedexe kirine.

Yanî gur kulikê şivên nas kiriye, lema wiha dibe...

 Kulik: kumê kulavê şivên

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE