30 juni 2021

Ez û bapêş hîn li ber hev didin

 

Ez û bapêş ev serê mehekê ye li ber hev didin, ne ew dev ji min berdide, ne ez teslîm dibim.

Ji mecbûrî îro dîsa çûm ser tuxtor. Ev bapêşa (harsima) bêbext serê mehekê ye bûye qîr û bi min ve zeleqî ye, ji min naqete, derman nikanin pê.

Xanima tuxtur ez miayene kirim, xwîna min girt, got di bedena te da îltîhab tuneye. Lê firnikên te îltîhab girtiye. Rabû pifeke bi navê ”Nasnox 50 mikrogram/dos” da min. Got hela îcar viya biceribîne. Sê tup in, ezê çend rojan bi kar bînim.

Ez hêvî dikim ev pifa xweşik ewê vê bapêşa pîs, mukir ji min dûr xe û ezê bikanibim hilma xwe rehet bigrim.  

Dema meriv nikanibe ji pozê xwe(bîvila xwe)hilmê bigire qet ne xweş e, meriv gelkî nerehet dibe.

XXX

Mixabin, Ukranyayê do bi şev 2-1 zora me bir.

Swêd û Fransa du taximên min dixwest qezenc bikin, her duyan jî ji ber bêşansîya xwe wenda kirin.

Hakem karta sor bi neheqî da Marcus Danielson. Cezayekî pir neheq bû. Him jî di deqa 8a ya dirêjkirina maçê da. Karta sor pişta Swêd şikand û bû sebebê têkçûnê.

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE