30 juni 2021

Civata rizyayî

Lawê Satilmişê tirk jê pirsî, got:

-Bavo, van rojan her kes qala civata riziyayî dike, ev çi mesele ye, civat çawa dirize?
Satilmiş derxist 50 lîre da lawê xwe û jê ra got:

-Tu rabe here ji beqêl ji bavê xwe ra du bîra bikire û were, ezê ji te ra bibêjim civata rizyayî çi ye…
Lîwik got:
-Bavo, lê diya min alkol li te qedexe kiriye. Ma qey te ji bîr kiriye? 
Bavê wî got:
-Tişt nabe, çaxa te ji beqêl bîra kirî ji xwe ra jî dondurmeyekê (bestenîyekê)bikire.
Lawik kenîya, got:
-Biravo bavo ! A wê çaxê bû!

 

Navê meşûr

Nivîskarekî xort çû ba berpirsîyarê kovarekê, jê xwest ew nivîsa wî di kovarê da biweşîne.

Berpirsîyarê kovarê got:

-Em tenê nivîsên nivîskarên navên wan ji alî xwendevanên me ve tên naskirin belav dikin.

Nivîskarê xort got:

-Heger şertê we tenê nav be rehet e, navê min meşûr e, her kes navê min nas dike.

Mêrik got:

-Navê te çi ye?

-Navê min Mihemed e…

 

Temaşa belaş

Mahkimê cezayê îdamê li yekî birrî bû. Mêrik birin ber dara sêpiyê. Gava hilkişîya ser kursîyê û ben kirin hustu, çavê xwe li xelkê li dora xwe gerand, di nav xelkê da jina xwe dît. Jê ra got:

-Kanê zarok li ku ne?

Jinikê got:

-Li mal in.

Mêrik got:

-Ji mehê, ji salê carê temaşa belaş heye, tu zarokan bi xwe ra naynî…

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE