30 juni 2021

Du beytik

 


Ji salan saleke pir sar û xelayê bû. Du beytikên biçûk, ji sermayê û ji birçîna li ser darekê dizikzikîn. Dinya sar bû, qût tunebû.Lema herdu jî bêtaqet ketibûn. Lê ilim jî yek pir ji hal da ketibû, nikanîbû bifiriya.
Rojekê ya pir zeîf û jihaldaketî ji hevala xwe ya hinekî xurt ra got:


-Xwişka delal, ez ji birçîna li ber mirinê me, ez nikanim bifirim. Hêza xwe topî ser hev ke, here tiştekî xwarinê peyda bike, bîne bide min. Heger tu vê çêyîyî bi min bikî, tu yê min ji mirinê xelas bikî. Here bigere, heger te tiştek peyda kir, hinekî jî ji min ra jî bîne. Lê bilezîne, zû bike, berî roava vegere. Tu dereng bimîne, ezê ji nêza bimrim. Lema dibê tu zû were.
Beytika din soz dayê, got baş e, ezê herim li qûtekî bigerim û zû werim.
Rabû berê xwe da nav bexçeyekî. Fir da ser vê darê, ser wê darê, dawiya dawî çavên wê bi dareke giryazê (qeresîyê, gêlazê) ket. Çû li ser venişt.

Çend heb giryaz bi darê ve mabûn. Ji xwe ra got, ez û hevala xwe ji mirinê filitîn û dest bi xwarinê kir. Demek derbas bû, lê têr nebû, xwar û xwar.
Rojên zivistanê kin in, hew carê dît bû êvar, dinya lê bû tarî. Hevala wê hat bîrî, lê ji xwe ra got:

-Min pir xwariye, laşê min pir giran bûye, nuha nikanim zû bifirim. Dibê ez hinekî bîna xwe bigrim. Piştî min hinekî rehet kir, ezê zûtir bifirim û xwarinê bigihînim hevala xwe.

Ji xwe ra wiha got, li hin tiştên din fikirî û dûra di xewra çû.
Dotira rojê gava ji xew şiyar bû, pir poşman bû, girî ket qirikê.

Hebek giryaz kir devê xwe û bi lez çû ba hevala xwe. Lê hevala wê ne li ser darê bû, ketibû erdê û ji birçîna miribû.
Gelkî li ber mirina heval xwe ket, girya, ji xwe ra got:

-Ez ne merd im, min hevala xwe ya di tengasiyê da ji bîr kir û ketim derdê zikê xwe û bûm sebeba mirina hevala xwe. Ezê xwe tu carî efû nekim.
Lê girî û gotina wê nikanîbû beytika mirî ji sax bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE